Ji Rêveberiya Xweser peyama 8'ê Adarê

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê 8'ê Adarê pîroz kir û got: "Têkoşîn û berxwedana jinan ji bo pêkanîna aştî, demokratî û nirxên azadiyê pir girîng in, ku dê ji jinên Sûriyê, jinên Rojhilata navîn û tevahî jinên cîhanê re bibe mîrasyeke."

Ji Rêveberiya Xweser peyama 8'ê Adarê
7 adar, 2021   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevahî cîhan, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin, Roja Jinan a Cîhanê rola tecîdarkirina berxwedana jinên kedkar ên li New Yorkê yên li dijî mercên kar e. Piştre ev roj anku 8'ê Adarê rojeke jinan a cîhanê hate ragihand ku tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.

Em pêşwaziya vê boneyê dikin, tev ku jinên Sûriyê hîn azarên koçberiya bi darê zorê, kuştin, tundî û kiryarên dagirkeriyê dikişînin, ji ber ku ev roj têkoşîna jina afrînera dîrokê îfade dike. Jin di dirêjahiya sedên salan de ji bo beşdarbûna di avakirina civakekek kolektîv û rakirina zilma li ser jinan têkoşiye. Ev roj rola mezin a jinên cîhanê ji bo parastina mafên xwe bi bîr tîne, bi rêya şahiyên serkeftinên jinan di hemû qadan de, banga guhertin û avakirina civakên herî wekhev dike.

Ev roj bûye sembola têkoşîna jinan û mafên wan. Lê kurtkirina berxwedana li hemberî zilmê rojek tenê di salê de mafên jinan misoger nake û asta rastiya zilm û kolekirinê eşkere neke. Lê veguhestina vê rojê wekî wesîleya têkoşîna domdar di her roj û her kêliyekê de ji gavên girîng ên ku jinên cîhanê bi hemû beş û çandinên xwe ye.

Jinan bi nasnameya xwe ya civakî ya çalak, karîn xwe ji berbanga demê ve bikin pêvekek çanda dayika xwedawend.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro, bi têkoşîna xwe ya li hemberî hemû cûre koletî û desthilatdar dikarîn pêşengtiya civakê bikin, di xeta têkoşîna azadiyê de gavên mezin avêtin, hemû bend û astengiyên ku li pêşiya xeta wan a têkoşînê dibûn kelem derbas kirin û bi beşdarbûna we ya çalak û berfireh di hemû qadên jiyanê, siyasî, civakî, çandî û leşkerî de gelek serkeftin bi dest xistin. Jin di wê baweriyê de ne ku avakirina civakeke demokratîk pêşketina zihnî û îradeya wê ya azad pêwîst dike.

Di vê derbarê  de, em rola mezin a YPJ'ê ya parastina xak, gel, nasname û berxwedana lehengî ya li hemberî terora ku hebûna wê tehdîd dike, silav dikin. Şervanên YPJ'ê di têkoşîna xwe ya ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê de gelek berdêl dan, vaye îro di roja xwe de serkeftina xwe tacîdar dike û bûye mînake jina bi hêz a wêrek û zane, her wiha bû sembola berxwedan û azadiyê.

Hebûna jin, têkoşîn û berxwedana wê ji bo pêkanîna aştî, demokrasî, nirxên azadiyê pir girîng, e ku dê ji tevahî jinên Sûriyê, jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên cîhanê re bibe mîras.

Bi vê wesîleyê em vê rojê li dayikan şehîdan ên ku zarokên di oxira azadî û ewlehiya herêmê de dane, tevahî jinên cîhanê, jinên Sûriyê, bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin, şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin, em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin da ku azadiya jinan, avakirina civakeke demokratîk, bi edalet û wekhev ava bibe.

Her wiha em bang li jinan dikin ku têkoşîna xwe geştir bikin mafên xwe biparêzin, xwe di her qadan de bi rêxistin bikin, serî ji zihniyeta desthilatdar re netewînin, bi hev re şoreşa jinê biparêzin, bi xebateke cidî, bi zanebûn û îradeya xurt têkoşînê geş bikin. Em teqez dikin ku pêwîste xebat were kirin da ku nûnertiya jinan di destûra nû ya Sûriyê de hebe.

Herî dawî em bi hêvî ne ku ev sal bibe sala aştî û pêkanîna serkeftinên zêdetir ber bi azadiya jinan ve."

ANHA