Ji Şehbayê peyamên 8`ê Adarê: Divê jin hemû rojan bikin roja birêxistinbûn û têkoşînê

Komîteya Jinan a Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê û Komîteya Jinan a bajarokê Kefer Naye 8`ê Adarê pîroz kir û bang li jinan kir ku hemû rojan bikin roja birêxistinbûn û bilindkirina têkoşînê da ku bigihêjin civakeke demokratîk a bêyî cinsiyetperestî û zîhniyeta baviksalar.

Ji Şehbayê peyamên 8`ê Adarê: Divê jin hemû rojan bikin roja birêxistinbûn û têkoşînê
7 adar, 2021   13:30
ŞEHBA

Komîteya Jinan a Meclisa Qanûnsaz li qada Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi erebî û kurdî daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Selwa Ecac û endama mecliê Bêrîvan Kiloşo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em 8`ê Adarê li dayik, hevjînên şehîdan, têkoşer û şeroşgerên jin ku bûn pêşengên me û li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan ku beşdarî parastin û avakirina welat bûn, pîroz dikin. Em berxwedana zindanan silav dikin û silavên xwe yên şoreşgerî ji hevrêyê me rêber Abdullah Ocalan re dişinin.

Wekî Jinên Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê em bang dikin ku hesab ji sûcdaran bê xwestin. Her wiha bang li NY`yî û hemû rêxistinên hiqûqî dikin ku ji bo sekinandina hedefgirtina jinan kar bikin. Em dixwazin rola jinan di diyalog û kongreyên ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê de, bê aktîfkirin û hemû rêgez, peyman û biryarên têkildarî jinan û mafên mirovan bên aktîfkirin. Bi birêxistinbûn, îrade û jiyana azad em ê wateya rastîn bidin 8`ê Adarê. Bi ruhê Seîda û Hind em ê terorê bi dawî bikin.”

Di heman derbarê de, Komîteya Jinan a Bajarokê Kefer Naye ya kantona Şehbayê li pêşiya meclisa navçeyê daxuyaniyek da. Hevseroka meclisa navçeya Kefer Naye, Nofe Xalib daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

“Divê wekî jin em tenê rojekê ji bo têkoşîna ji bo maf û azadiya xwe pîroz nekin. Divê em hemû rojan bikin roja birêxistinbûn û bilindkirina têkoşînê da ku em bigihêjin civakeke demokratîk û ekolojîk bêyî cinsiyetperestî û zîhniyeta baviksalar. Divê em têgeha neteweya demokratîk mayînde bikin. Dê sala 2021`an bibe sala têkoşîn û azadiya bêhempa ya ji bo azadiya jinan.

Em 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em şehîdên xwe ku hêza me ne û pêşengên me yên têkoşînê ne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû jinên ku ji bo jiyaneke azad, aştiyane û adil tê dikoşin, silav dikin. Em hemû jin û dayikên şehîdan jî pîroz dikin.”

(cx)