Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê û ya Hesekê tekez kir ku kesên ku destê xwe didin çeteyan, hevalbendên rijandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan serdana El-Herîrî şermezar kir
7 adar, 2021   13:11
QAMIŞLO

Di 2`yê Adarê de serçeteyê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî serdana Hewlêrê yaa Başûrê Kurdistanê kir û bi endamên ENKS`ê û bi serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re civiya. Vê yekê li gel gelê Kurdistanê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrsek çêkir.

Têkildarî mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê û ya Hesekê daxuyaniyeke hevbeş da û redkirina xwe ji serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re tevî sûcên ku li dijî gelê Kurd pêk anîne, diyar kir.

Li navçeya Til Hemîsê daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endamê meclisê Ehmed El-Xelef ve, li navçeya Girkê Legê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlanê ji aliyê Beşîr Elî ve, li bajarê Qamişloyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan ji aliyê Ebêd Etî û li navçeya Tirbespiyê ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Nesrîn Hisên ve hat xwendin.

Li kantona Hesekê jî li navenda meclisê ji aliyê endama meclisê Rojda Ehmed ve, li navçeya Şedadê ji aliyê yek ji rêveberên meclisa malbatên şehîdan Ayat Îbrahîm û li navçeya Dirbêsiyê ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim El-Salim ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Di dema ku gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êriş û hovîtiya dewleta Tirk û îxaneta opozisyonê ku destekê ji AKP`ê digre li ber xwe dide û sûcên ku li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dagirkirî pêk tîne li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bi hemû şêwazan hewl dide projeya demokratîk bi serêkêşiya QSD`ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe. Di heman demê de em di aliyê hundirîn de ji aliyê alîgirên Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê ve rastî îxanetê tên û bi serkêşiya siyasî ku Serokê Îtîlaf Wetenî ya Sûrî Nesir El-Herîrî serkêşiya wan dike û bi destekdayîna hin kesayet û partiyên Kurdî ku ENKS`ê nûertiya wan dike, dixwazin ajindeyên dijminê gelê Kurd bi taybet di rewşên koçberiyê li herêmên dagikirî, pêk bîne. Gelê ku ji ber sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûne û zarok, kalepîr û jinan dikujin.

Tevî hemû sûcên ku li dijî gelê Kurd û pêkhateyên herêmê pêk tînin, lê ENKS`ê der barê Îtîlafa Sûriyê de ku hevalbenda van sûcane, bê deng e, bi taybet dema ku li Başûrê Kurdistanê Nesir El-Herîrî pêşwazî kir.

Gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ji sûc, îşkence, talan, qutkirina daran û guhertinên demografîk ên faşîzma Tirk û çeteyên wê li herêmê êş kişandin. Nesir El-Herîrî daxuyand ku destûra nû ya Sûriyê hebûna gelê Kurd û zimanê Kurdî nas nake.

Tevî hemû êş û dorpêçên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine ferzkirin û girêdana gel bi projeya Xweseriya Demokratîk ku wekî rizgariya yekane ji zihiyeta desthilatdar û înkarkirina hebûna mezheb û olan dibînin. Oposizyona  Sûrî ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, ragihand ku wê yekitiya gelan û ewlehiya herêmên Sûriyê binpê bike.

Serokê berê ya herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî daxuyand ku ew serokê 40 Mîlyon kurd e û di heman demê de pêşwaziya aliyê siyasî ya DAIŞ'ê dike bi nûnertiya hevalbendiya Sûriyê bi serokatiya Nesir ELHerîrî ku destê wî di xwîna gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de heye ku li ser maperên tora civakî ji hêla siyasetmedar, rojnamevanên Kurd, rêxistinên mafên mirovan li ser asta cîhanî û herêmî, hate şermezarkirin.

Em wek malbatên şehîdên Bakur û Rojhliatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku her kesê ku destê xwe bide çeteyan, destê xwe di xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye. 

Her wiha em ji hikumeta Başûrê Kurdistanê di serî de Mesûd Barzanî re dibêjin, we baweriya xwe bi pêşwazîkirina eniya siyasî ya DAIŞ'ê ku destê wan di xwîna şehîdên me û gelê me de heye, winda kir."

(bx-dx)

ANHA