‘Armanca serdana El-Herîrî ya li Hewlêrê temamkirina projeya Osmaniya Nû ye'

Komîteya Rûspiyên Helebê serdana Nesir El-Herîrî ya li bajarê Hewlêrê şermezar kir û wek hewldana avakirina fitneyê di navbera gelê herêmê de û temamkirina projeya Osmaniya Nû bi nav kir.

‘Armanca serdana El-Herîrî ya li Hewlêrê temamkirina projeya Osmaniya Nû ye'
7 adar, 2021   13:47
HELEB

Helwestên li dijî serdana serçeteyê Îtîlafa Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike û hevdîtinên wî bi rayedaran re, berdewam in.

Komîteya Rûspiyên Helebê îro bi daxuyaniyekê serdana El-Herîrî ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Daxuyanî ji hêla endamê Komîteyê Abdulrehman Xezo ve hat xwendin, her wiha bi dehan endamên komîteyê tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye: "Di dirêjahiya dîrokê de rûspî û şêxên eşîran di çareserkirina tevahî pirsgirêkan de roleke mezin dilîst.

Divê em erka ku dikeve ser milê rûspiyan bizanibin ku nekevin bi bandora siyasetan.

Her wiha her tiştê ku dijberî civakê û pîvanên navneteweyî û herêmî bin, red dikin. Bê guman helwesta rûspiyan helwesteke li dijî serdana El-Herîrî ya herêma Kurdistanê ya bi armanca avakirina fitneyê di navbera gelê herêmê de û binpêkirina yekrêziya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Xuya dike ku armanca serdana El-Herîrî temamkirina projeya Osmaniya Nû bi dijminatiya xwe bi tevahî gelan re û bi taybet gelên Rojhilata Navîn.”

(dx)