Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 26 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên din bi koronayê ketine
7 adar, 2021   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa 2 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye û her du jî jin in û ji herêma Tebqayê ne.

Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 kesên bi vîrusê ketine, 18 mêr û 8 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 3
Qamişlo: 10
Dêrik: 4
Tebqa: 2
Minbic: 6
Kobanê: 1

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusê ketine, gihaşt 8 hezar û 689 kesan, jê 328 kes mirine û hezar û 252 kes jî baş bûne.

(dx)