​​​​​​​Şandeya ÎHD`ê ku serdana Leyla Guven kir: Divê zextên darazê bi dawî bibin!

Îro şandeyeke ÎHD`ê serdana hevseroka KCD`ê Leyla Guven kir û xwest zextên darazê yên piştgiriyê didin polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin û girtiyên mafên wan ên darizandina adîlane hatine binpêkirin, bên berdan.

​​​​​​​Şandeya ÎHD`ê ku serdana Leyla Guven kir: Divê zextên darazê bi dawî bibin!
7 adar, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkara Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray Saman, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û Rêveberê Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ya ji peywirê hat girtin Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpetê ziyaret kirin.

ÎHD’ê derbarê serdenê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Serdan di 5’ê Adarê de pêk hat. Şandeya me diyar kir ku Birêz Guven bi tendurist û keyfxweş bû. Di hevdîtina pêk hat de, şert û mercên girtinê, pêvajoya hiqûqî û pêşketinên siyasî yên di rojevê de natin nirxnadin. Em weke ÎHD’ê, her tim dixwazin siyaseta demokratîk bi hêz bibe û piştgiriyê didin polîtîkayên aştiyane. Sûcdarkirina karên siyasî binpêkirina qanûnan û hiqûqa navneteweyî ye.”

ÎHD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwest, zextên darazê yên piştgiriyê didin polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin û girtiyên mafên wan ên darizandina adîlane hatine binpêkirin, bên berdan.

(cx)