ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-03-2021
7 adar, 2021   00:00

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi wesîleya 8'ê Adarê şahiyekê li dibistana El-Buhurî li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê, serdana goristana Şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike û pêşangeheke wêneyên şehîdên jin vedike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanîngeha Rojava hevpeymanek bi Zanîngeha Washington State a Amerîkayê re îmze kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegeran diyar kir ku pêwazîkirina kujerê Kurd li Hewlêrê, dê encamên neyinî ji bo gelê Kurd bi xwe re bîneû da zanîn ku vekirina derfetê ji çeteyê bi navê Nesir El-Herîrî ji bo êrişkirina li ser Rojavayê Kurdistanê û gelê wê, nîşaneya siyaseta Başûrê Kurdistanê û hakimeta li çapemeniyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo şeremzarkirina pêşwazîkirina El-Herîrî li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê li navenda xwe ya li taxa Til Hecerê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, di roja xwe ya 101’an de dewam dikin. Tirkiye ev 100 sal e bûye navenda bi dehan grevên birçîbûnê û yek ji wan welatan e ku di sedsala 21'an de herî zêde grevên birçîbûnê lê pêk hatine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji bo ku şoreşa azadiyê pêk bînin û bi pêşengiya jinên azad cîhaneke nû ava bikin, jinan ji sala 1908’an heta sedsala 21’an bi wêrekî û fedakariyên mezin li ber xwe da û bûn leheng û ketin nava rûpelên dîrokê. Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, dayika Eqîde, Hind El-Xidêr, Seida El-Hermas, Barîn Kobanê û Amara Rênas jî ji wan jinan bûn ku bûn lehengên berxwedan û şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star li bajarê Minbicê bi boneya 8'ê Adarê şahiyekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a herêma Efrînê, mûman li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê pêdixe, saet 17:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mecilsa Jinan a Sûriyê derbarê 8'ê Adarê de daxuyaniyekê li pêşiya nivîsgeha xwe ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de nirxê lîreyê sûrî li beramberî dolarê amerîkî bi awayekî mezin daket ku hikumeta Şamê matmayî kir. Li başûrê Iraqê xwepêşandan û pevçûn gûr bûn, li aliyekî din jî aloziya Lîbyayê didome. (BI WÊNE).

DOSYA

- Di salên dawîn de navê Nesir El-Herîrî di nava aliyên opozisyonê de derket. Zilamê ku piştî şorşa Sûriyê dest bi siyasetê kiriye, xwe avêt hembêza dijminê şoreşa Sûriyê, bazirganî bi xwîna gelê Sûriyê kir, dagirkirina dewleta Tirk rewa kir û di aliyê gotinan de bûye Tirkekî serketî. Gelo Nesir El-Herîrî kî ye.? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hejmarek ji şêniyên gundê Til Gerabît ê rojavayê Til Temirê û nêzî eniya şer diyar kir ku ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine berê deriyê gund de, ewlehî û hêmanên jiyanê tune ne û piştrast kir ku ew bi tirs dijîn û wek miriyan dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê beşa Komeleyên Cotkariyê ya gundewarên Dêrazorê destnîşan kir ku ‎kêmbûna rêjeya ava Firatê ya bizanebûn, sûcekî dewleta Tirk a dagirker ê li dijî gelê ‎herêmê ye û zirarekî mezin li beşa çandiniyê dike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê pêşwazîkirina serçeteyê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî ji aliyê Barzanî ve şermezar kir û got “Çawa serokekî Kurd ku rêgeza neteweyî îdia dike, dikare bi sûcdarên mîna El-Herîrî re rûne?” Şêniyan bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî wan siyasetan serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA