'Pêşwazîkirina El-Herîrî ji hêla Barzanî ve, înkarkirina mafên gelê Kurd e'

Şêniyên Dêrikê pêşwazîkirina serçeteyê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî ji aliyê Barzanî ve şermezar kir û got “Çawa serokekî Kurd ku rêgeza neteweyî îdia dike, dikare bi sûcdarên mîna El-Herîrî re rûne?” Şêniyan bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî wan siyasetan serî hildin.

'Pêşwazîkirina El-Herîrî ji hêla Barzanî ve, înkarkirina mafên gelê Kurd e'
7 adar, 2021   00:39
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li gel berdewamkirina sûcan û komkujiyan ji aliyê çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ve ku El-Herîrî serkêşê sîwana wê ya siyasî ye, pêşwazîkirina Barzanî ji El-Herîrî re li Başûrê Kurdistanê, rastî nerazîbûneke tund a gelê Kurd hat.

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê pêşwazîkirina Barzanî ji El-Herîrî re şermezar kir û pirsî: “Çawa serokekî Kurd dikare kujerekî gelê Kurd pêşwazî bike?!”

/kr/uploads/files/2021/03/06/211012_-.webp

Salih Sadiq ji şêniyên navçeyê ye û dibêje: “Ên ji serdemekê ve îdia dikin ku serokên gelê Kurd in û banga mafên Kurdan dikin, çawa dikarin bi kesayetên ku zimanê kurdî û mafên gelê Kurd înkar dikin li ser maseyekê rûnin.”

Sadiq destnîşan kir ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tenê dixwaze para xwe ji rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe û wiha domand: “ENKS û opozîsyona Sûriyê û heta malbata Barzanî jî bêyî agahiya Erdogan nikarin gavekê jî biavêjin. Lewra bêyî destûra Erdogan û fermanên wî nikarin kar bikin.”

Sadiq behsa daxuyaniyên Barzanî yên têkildarî Şengalê kir ku kesên wê diparêzin, xerîb in û diyar kir ku ev daxuyanî li dijî berjewendiyên gelê Kurd e û ev agahî parve kir: “Mesûd Barzanî jehr da birayê xwe, gelo wê çawa xizmeta gelê Kurd bike?”

Sadiq da xuyakirin ku di dema komkujiya Til Hasil û Til Eranê de, Mesûd Barzanî got li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu şoreş tune ye û tu komkujî pêk nehatine û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Çawa Barzanî dikare El-Herîriyê ku hebûna Kurdan û zimanê wan înkar dike, xwîna wan, destavêtinan jinên wan û kuştina wan helal dike, pêşwazî bike?”

Sadiq îşaret pê kir ku pêşwazîkirina El-Herîrî ji aliyê Barzanî ve, înkarkirina mafên gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike. 

‘DIVÊ GEL LI BAŞÛR LI HEMBERÎ SIYASETÊN BARZANÎ BÊ DENG NEMÎNE`

Saqid di berdewama gotinên xwe bang li gelê Başûr kir û got: “Divê xelkê Başûrê û gelê Kurdistanê bi îdiayên malbata Barzanî ku serokên gelê Kurd in, bawer nekin ji ber ku îdiayan wan ji rastiyê dûr in. Ev malbat tenê dest datîne ser destkeftî û mafên gelê Kurd.”

Sadiq bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ku tev li rijandina xwîna gelê Kurd nebe û xizmeta dijminên gelê Kurd wan neke.

Saqid wiha domand: " Ev malbat ne xwedî biryara xwe ye û ne xwedî vîn e. Xema wan a tekane ew e ku xêr û bêra vî welatî desteser bikin. Ji lew re divê gelê Başûrê Kurdistanê mîna çawa li hemberî Sedam Hisên serî hilda, li hemberî siyasetên malbata Barzanî jî bê deng nemîne.”

‘ALÎGIRÊN EL-HERÎRÎ KOMKUJÎ LI DIJÎ KURDAN PÊK ANÎN`

/kr/uploads/files/2021/03/06/211037_-.webp

Şêniya bi navê Asya Abdullah jî pirsî gelo sedema serdana El-Herîrî ji Başûr re çi ye di demekê de ku hemû dizanin ku ew sîwana siyasî ya DAIŞ`ê ye.

Asya wiha nêrînên xwe der barê wê serdanê de rave kirin: “Alîgirên El-Herîrî komkujî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn û bûn sedem ku bi hezaran şênî koçber bibin û milkên wan talan kirin. El-Herîrî rojane radigihîne ku dê mafên gelê Kurd û hebûna wan tune bike û zimanî wî red dike. Ji ber wê em destûrekê ku zimanê me qebûl nake, red dikin.”

‘DIVIYABÛ BARZANÎ PIŞTGIRIYA ŞOREŞA ROJAVA BIKIRA`

/kr/uploads/files/2021/03/06/211054_-.webp

Şêniya bi navê Nesrîn Mihemed serdana El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir. Nesrîn bal kişand ser komkujiyên Sedam Hisên ên li dijî gelê Başûr û got: “Îro ev komkujî dijminên gelê Kurd li Rojava pêk tînin. Li şûna pêşwazîkirina dijminê gelê Kurd ê ku bi destkeftî û mafên gelê Kurd li Rojava îtîraf nake, diviyabû hikumeta Başûr piştgiriya gelê Rojava bikira.”

Nesrîn di dawiyê de ev bang kir: “Divê gelê Başûrê Kurdistanê û xaka Kurdistanê bibin yek da ku welatekî azad ava bikin û bi planên dewletên dagirker neyên xapandin.”

(şx)

ANHA