Panorama hefteyê: Binketina lîreyê Sûriyê gel êşand, isyana li Iraqê berfireh dibe

Di hefteya derbasbûyî de nirxê lîreyê sûrî li beramberî dolarê amerîkî bi awayekî mezin daket ku hikumeta Şamê matmayî kir. Li başûrê Iraqê xwepêşandan û pevçûn gûr bûn, li aliyekî din jî aloziya Lîbyayê didome.

Panorama hefteyê: Binketina lîreyê Sûriyê gel êşand, isyana li Iraqê berfireh dibe
7 adar, 2021   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebeyî yên hefteya derbasbûyî behsa aloziya aborî li Sûriyê, xwepêşandanên li Iraqê û aloziya Lîbyayê kirin.

 ‘BINKETINA LÎREYÊ SÛRIYÊ GEL ÊŞAND Û REJÎM MATMAYÎ HIŞT’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh binketina lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê amerîkî rejîma li Şamê matmayî hişt û zehmetiyên gelê Sûriyê ku di demên dawîn de rewşa wan a jiyanî pir zehmet bûye, zêdetir kir.

Ji beriya du hefteyan ve bi awayekî rojane nirxê lîreyê Sûriyê dadikeve. Duh binketineke dîrokî li beramberî dolarê amerîkî çêbû û ev cara yekemîn e tiştekî wiha di dîroka pereyên herêmê de çêdibe. Li gorî hin xebatkarên di sûkê de dolarekî amerîkî gihaşt 4 hezar lîreyên sûrî. Di çend mehên borî de her dolarek  2 hezar û 700 heta 2 hezar û 900 lîreyên Sûriyê dikir û di banka Sûriyê ya navendî de hezar û 250 lîreyên Sûriyê dikir.

Li gorî xebatkarekî di sûkê de ji Şerq El-Ewsat re diyar kir, tevî tedbîrên ku hikumet digire jî

 ISYANA LI DIJÎ PARÊZGARAN GIHAŞT BAŞÛRÊ IRAQÊ

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Li parêzgehên başûrê Iraqê pêleke nû ya xwepêşandanên gel dest pê kir û ber bi ‘îsyana’ li dijî parêzgarên girêdayî partî û hêzên siyasî ve diçe. Xwepêşandêr dixwazin ku parêzgarên li gorî daxwaza xwe hibijêrin’

Roja duşemê xwepêşandêrên li parêzgeha El-Dîwaniyê ya başûrê Bexdayê xwestin ku parêzgar Zuhêr El-Şeilan ê girêdayî opozîsyona serokwezîrê berê Nûrî Malikî, îstifa bike. Bi vê yekê parêzgeha El-Dîwaniyê piştî Wasit û Zî Qar ên li başûrê welêt, dibe parêzgeha sêyemîn ku lê xwepêşandanên li dijî parêzgaran tên lidarxistin.”

NELIHEVKIRIN ERKA EL-DEBÎBE ASTENG DIKIN

Rojnameya El-Beyan jî di kar û barên Lîbyayê de wiha nivîsî: “Rewşa siyasî li Lîbyayê û erêkirina hikumeta nû ya bi serokatiya Ebdulhemdî El-Debîbe hîna wekî xwe ye. serokê Meclisa Parlamanteran Eqîla Salih banga rûniştineke giştî roja duşemê li bajarê Sirtê an li cihê niha yê parlamantoyê li bajarê Tibruqê kir. Hemwextî vê yekê hejmareke mezin ji parlamanterên herêm rojava çûyîna bajarên Sirt û Tibruqê red kirin û li ser malpera Zoom bangawaziyên ji bo erêkirina hikumeta nû derketin.

Lê endamê meclise Mihemed Dûma piştrast kir ku bajarê Sirt cihê herî guncawe ji bo lidarxistina rûniştina parlamantoyê ji ber ku herêmeke navîne û parlamanter li ser lihev dikin. Her wiha rûniştina ku tê payîn li dar keve wekî ‘biryareke rast’ hesiband. Her wiha destnîşan kir ku heke rûniştin li bajarê Sirtê pêk bê dê nêzî 80 parlamanter beşdarê bibin.