ꞌArmanca vekirina navenda çandê ya tirkî li Efrînê çewisandina çanda gelê herêmê ye'

Endamê Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ezher Ehmed got, vekirina navenda çandê ya Tirkiyê li Efrînê, di çarçoveya çewisandina çanda gelê herêmê de pêk tê û bang li gelê herêmê kir ku li dijî hewldanên guhertina demograiya herêmê bisekinin.

ꞌArmanca vekirina navenda çandê ya tirkî li Efrînê çewisandina çanda gelê herêmê ye'
6 adar, 2021   06:49
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dagirkirina herêma Efrînê û pêkanîna sûcên revandin, qetilkirin, îşkencekirin, desteserkirina mal û milkan, talankirin û wêrankirina têr nebû, lê belê bi rêya guhertina navên gundan û vekirina dibistanan demografya herêmê diguhere û siyasetên tirkkirinê ferz dike.

Di 30`yê Çileya derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê navenda Anadol a Çandê vekir û bi rêya wê hewl dide çanda herêmê biçewisîne û çanda Osmanî bide rûniştandin.

Çavdêr dibêjin, vekirina navenda çandê li herêmê xeteriyeke mezin li ser pêşeroja herêma Efrînê ye û berdewama siyaseta tirkkirina herêmê ye.

Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya Nivîsgeha Hesekê Ezher Ehmed axivî û destnîşan kir ku ev gav niyeta qirêj a dewleta Tirk a dagirker a li herêmê piştrast dike û hewldaneke ji bo parastina herêmên ku dagirkiriye da ku bi ser nexşeya xwe veke ye.

ꞌDEWLETA TIRK HEWL DIDE MIROVAN JI RASTIYAN WAN DUR BIXEꞌ

Ezher Ehmed diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku demografiya herêmê biguhere û tev li erdê xwe be, di heman demê de çanda herêmê biguhere û çanda xwe bide ferzkirin û got:"Dewleta Tirk dixwaze bandorê li nifşên bê yên li herêmê bike, nifşekî nû ava bike ku baweriya xwe bi artêşa Tirk û împaratoriya Osmanî bîne û mirovan dûrî rastiya wan bixe."

Ehmed ev yek li axaftina xwe zêde kir:"Bi rêya vekirina dibistanan li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, hewl dide herêmê siyasetên tirkkirinê li herêmê pêk bîne û çanda herêmê bi çanda dewleta Tirk ve biguhere."

Ezher Ehmed da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi rêya vekirina navendên xwe yên çand û perwerdeyê li herêmên dagirkirî dixwaze nameyekê bide hikumeta Şamê û cîhanê tevde ku ev herêm dê ji dewleta Tirk re bimînin û ew ê dagirkirina van herêman bidomîne.

Rewşenbîr Ezher Ehmed di dawiyê de bang li gelê herêmê û bi taybet gelê Kurd û partiyên niştimanî kir ku xwepêşandanan bi rêxistin bikin û li dijî planên guhartina demografiya herêmê û çewisandina şaristaniya wê bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TgqzFNPLzr8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>