​​​​​​​QSD: Du çeteyên berpirsên şehîdxistina Seida û Hind hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku di operasyênên hêzên wan û hêzên ewlekariyê de du çete ku di şehîdxistina her du jinên şoreşger Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr de xwedî rol in, hatin kuştin.

​​​​​​​QSD: Du çeteyên berpirsên şehîdxistina Seida û Hind hatin kuştin
5 adar, 2021   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê li ser mijarê daxuyaniyeke bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Li hember faalîyetên DAIŞ'ê yên ku di dema dawî de zêde bûne, operasyonên bi bandor ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxsitin û encamên wê bi raya giştî re hate parvekirin.

Di rojên 3 û 4'ê Adarê de, di encama şopandineke dirêj ji aliyê yekîneyên Ewlekariyê ve, hêzên me xwe gihandin çeteyên bi navê Ebû Seîd û Osman, ku ev her du kes di şehîdxistina her du jinên şoreşger û endamên Meclisa Til El- Şayir a girêdayî Dişîşa, Seida Feysel El-Hermas û Hind Letif El-Xidêr de xwedî rol in.

Di operasyonê de çeteyên navborî bersiva hêzên me dan û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de her du çete hatin kuştin û şervanek me jî brîndar bû."

ANHA