Artêşa Tirk baregeha Rûsya ya li Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeha hêzên Rûsya ya li Şehbayê topbaran kir.

Artêşa Tirk baregeha Rûsya ya li Şehbayê topbaran kir
5 adar, 2021   18:56
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser Şehbayê de baregeha hêzên Rûsya ya li gundê Wahşiya kir hedef.

Derbarê ziyanên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Beriya niha bi çend kêliyan  artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Semoqa, Çiyayê Nayif û Bendava Şehbayê dan ber topan.

ANHA