Fransa banga vekişandina hêzên biyanî ji Lîbyayê kir

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian got, pêwîste hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê vekişin û rêz ji agirbestê re bê girtin.

Fransa banga vekişandina hêzên biyanî ji Lîbyayê kir
5 adar, 2021   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa "Nova" ya Îtalya, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian û hempîşeyê wî yê Îtalî Luigi Di Maio kongreyeke çapemeniyê li Wezareta Derve ya Îtalyayê li dar xistin.

 Le Drian di kongreyeke de eşkere kir ku di navbera Îtalya û Fransayê de di derbarê dosyeya Lîbyayê de "nêrînên nêzî hev " heye.

Her wiha got, Fransa destekê dide desthilata rêveber a demkî ya Lîbyayê û hêvî kir ku hikumeta nû ya Lîbyayê bi lez baweriya parlamentoyê werbigire.