ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2021
6 adar, 2021   06:03

-"Radyoya Sacûr" li bajarê Minbicê bi şahiyekê tê vekirin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ezher Ehmed got, vekirina navenda çandê ya Tirkiyê li Efrînê, di çarçoveya çewisandina çanda gelê herêmê de pêk tê û bang li gelê herêmê kir ku li dijî hewldanên guhertina demograiya herêmê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8'ê Adarê şahiyekê ji zarokên şehîdan ên Minbicê re li dar dixe, saet 10:00'an.

-Bi boneya 8'ê Adarê şahiyeke navendî li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo ku şoreşa azadiyê pêk bînin û bi pêşengiya jinên azad cîhaneke nû ava bikin, jinan ji sala 1908’an heta sedsala 21’an bi wêrekî û fedakariyên mezin li ber xwe da û bûn leheng û ketin nava rûpelên dîrokê. Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, dayika Eqîde, Hind El-Xidêr, Seida El-Hermas, Barîn Kobanê û Amara Rênas jî ji wan jinan bûn ku bûn lehengên berxwedan û şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Helebê tekez kirin ku bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan guhertin di zihinyeta civakê de hate çêkirin û jinan mafên xwe bi dest xistin û mohra xwe li dîroka têkoşîna jinan xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku ew ê heta rizgarkirina hemû jinan ji hişmendiya mêran li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Emperyalîzm bi giştî li ser esasê bihêzkirina aliyekî li ser hesabê aliyên jê lawaztir anku lawazkirina wan bi rêbazên cuda bi pêş ketiye, ku di encamê de li ser civakên pirreng, pirnetewe û pirmezheb tenê yek reng tê ferzkirin. Ji bo pêkanîna vê armancê jî dewletên emperyalîst ne tenê hêza leşkerî bi kar tînin, di heman demê de qikirina çandî li ser civakan didin meşandin û bi wê yekê desthilateke mayînde misoger dikin. (BI WÊNE).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got divê garantorê rûsî rola xwe wekî garantor li herêmê  bi cih bîne bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî kêmbûna ava Firatê berpirsyartiyên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê pêşwazîkirina El-Herîrî ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve bi mirina welatparêzbûnê li cem hikumetê pênase kir û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî vê bûyerê berteka xwe nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê pêşwaziya hikumeta Hewlêrê ya ji şandeya Îtîlafê re şermezar kir û diyar kir ku divê hikumeta Başûr û kesayetên wê û ENKS`ê bizanin ku ew bi dijminê gelê Kurd re rûniştine û bêdengî isbata hevkariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA