Di xwepêşandana li Babilê de 8 kes birîndar bûn

Li bajarê Dîwaniye yê navenda parêzgeha Babil di xwepêşandanan de ji xwepêşander û hêzên ewlehiyê 8 kes birîndar bûn.

Di xwepêşandana li Babilê de 8 kes birîndar bûn
5 adar, 2021   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Dîwaniye ya navenda parêzgeha Babil vê êvarî welatiyan dest bi xwepêşandanê kirin û xwestin ku waliyê Dîwaniyê Zuhîr Şeilan û cîgirê wî dest ji kar berdin.

Li gorî medya Iraqê, xwepêşandana îro li qada Mewakib Huseyniye pêk hat. Di xwepêşandanê de alozî derket. Ji ber aloziyê ji xwepêşander û hêzên ewlehiyê 8 kes birîndar bûn.

Li Dîwaniye ji serê mehê ve xwepêşandanan dest pê kiriye. Xwepêşandana ji bo destkarberdana waliyê Dîwaniyeyê 3 roj dem dane hikûmetê.