Şêniyên Helebê bi karwanekî erebeyan 8`ê Adarê  pîroz kir

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi karwanekî erebeyan 8'ê Adarê pîroz kir.

Şêniyên Helebê bi karwanekî erebeyan 8`ê Adarê  pîroz kir
Şêniyên Helebê bi karwanekî erebeyan 8`ê Adarê  pîroz kir
Şêniyên Helebê bi karwanekî erebeyan 8`ê Adarê  pîroz kir
Şêniyên Helebê bi karwanekî erebeyan 8`ê Adarê  pîroz kir
Şêniyên Helebê bi karwanekî erebeyan 8`ê Adarê  pîroz kir
5 adar, 2021   18:15
HELEB

Bi rasthatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê bi karwanekî erebeyan li kolanên her du taxan geriyan.

Karwanê erebeyan li pêşiya Akademiya Civaka Demokratîk a taxa Eşrefiyê kom bûn û beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên sazî û tevgerên jinan li taxê rakirin û li kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyan û sloganên banga azadiya jinan berz kirin.

Bi dehan şêniyên taxê, saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

(eh)

ANHA