Rûspiyên eşîrên Efrînê xwestin ku "Îtîlaf" bikeve lîsteya terorê

Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kirin ku "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" bixin lîsteya terorê. Her wiha destnîşan kirin ku îtîlaf bi serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê lîsteya dagirkeriya Tirk xweşik dike.

Rûspiyên eşîrên Efrînê xwestin ku "Îtîlaf" bikeve lîsteya terorê
5 adar, 2021   14:49
ŞEHBA

Rûspiyên eşîrên kantona Efrînê ji bo balê bikşînin ser serdana dawî ya serokê "Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker,  li Başûrê Kurdistanê û hevdîtinên wê bi rayederên hikumeta Başûr re, li pêşiya saziya xwe ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê  kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyanî wiha ye:

"Em rûspiyên Şehba û Efrînê serdana qaşo Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê, di serî de Nesir El-Herîrî ji bo Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ev Îtîlaf ji aliyê tevahî sûriyan û dewletên erebî, ewropî û amerîkî ve nayê hezkirin, ji ber ku hîna jî parastina dewleta Tirk û sûc û komkujiyên hêzên terorîst ên dagirker mîna Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hevalbendên wê dike. Îtîlaf li Hewlêrê wekî leheng û rizgar wekî dagirker û êrişkarên xaka Sûriyê bi giştî û hin herêmên kurdî bi taybet hatin pêşwazîkirin.

Em rûspiyên Şehba û Efrîn dibînin ku ev serdan ne li gorî tevahî urf, doplomasî, siyaset, exlaq û mirovahiyê ye, ji ber ku bi fermana serokê dewleta Tirk a dagirker pêk hat, nemaze piştî ku tevahî siyasetên wî yên hilweşiyayî li hundir û derveyê Tirkiyê bi bin ketin. Di heman demê de em destwerdanên wî di kar û barên Sûriyê bi binpêkirin û heqaretekê li dijî gelên herêmê û pêkhateyên wê dibînin, Her wiha ev serdan hewldanek ji bo rewakirina komkujî, sûc û dagirkirinê, ji komkujiyên li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasil, gundên herêma Şehbayê, heta Efrîn û Girê Spî û Serêkaniyê.

Li ser vê yekê em rûspiyên Şehba û Efrînê bang li rêxistin û desteyên mirovahî yên xwecehî û herêmê û navneteweyî dikin Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker berpirsyartiya tevahî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê ku li tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi taybet herêmên ku niştecihên wê Kurd bibînin.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî û deste û rêxistinên wê dikin ku îtîlafê bixin lîsteya piştevanên terorê û tevahî cûreyên desteka madî û manewî li ser wê qut bikin, her wiha dîtina wê wekî nûnerê gelê Sûriyê red bikin. Em serdana bi guman û kirêkirî ya serokên îtîlafê û endamên wê di serî de Nesir El-Herîrî şermezar bikin."

ANHA