‘Heger jin azad nebe dê civaK û welat jî azad nebin‘

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêma Firatê meşek hate lidarxistin. Di meşê de beşdaran destnîşan kir ku heger jin azad nebe dê civak, welat û jiyan jî azad nebin.

‘Heger jin azad nebe dê civaK û welat jî azad nebin‘
4 adar, 2021   13:43
KOBANÊ

Li herêma Firatê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek hate lidarxistin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Aştiyê ya bajarê Kobanê ve çû. Bi dehan endamên hêzên Ewlekariya Hundrîn, endamên saziyên sivîl û şênî tev li meşê bûn.

Di meşê de ala Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ala Kongreya Star, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" hatin hildan.

Meş li Qada Aştiyê veguherî mitîgnê. Di mitîngê de ji rêveberên Meclisa Navçeya Sirîn Mihemed Selmo axivî û 8`ê Adarê pîroz kir. Mihemed Selmo destnîşan kir ku jinan ji ber zilm, qeyd û paşguhkirina di nava dîrokê de gelek zehmetî dît û wiha domand: "Em hêvî dikin ku jin di zûtirîn dem de azadiya xwe bidest bixe û rola xwe ya sereke di civakê de vegerîne."

Mihemed Selmo di axaftina xwe de sûcên ku li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ji aliyê dewleta Tirk û çi ji aliyê çeteyên wê ve têne kirin, şermezar kir.

Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nibo jî 8`ê Adarê li jinên berxwedêr û azadîxwaz pîroz kir.

Sebrî Nibo destnîşan kir ku bi saya firkên Rêber Abdullah Ocalan jin di qadên xebat û têkoşîna ji bo avakirina civakeke azad dixebitin, dikare şer bike, civakê ava bike û ji ber wê jî divê neyê kuştin ji ber bi jinan jiyan geş dibe.

Di dawiyê de Sebrî Nibo îşaret bi têkoşîna bi fikirên rêbertî re kir da ku civakeke azad û wekhev ava bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4P70Z8OBidg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>