Koçberên Serêkaniyê: Pêşwazîkirina Nesir El-Herîrî xizmeta dagirkeran dike

Koçberên Serêkaniyê yên di kampa Waşokanî de serdana Nesir El-Herîrî ji herêma Kurdistanê re û pêşwazîkirina wî ji aliyê hikûmeta herêmê ve, şermezar kir.

Koçberên Serêkaniyê: Pêşwazîkirina Nesir El-Herîrî xizmeta dagirkeran dike
4 adar, 2021   13:31
 HESEKÊ

Di 2`ê Sibatê de şandeyek ji Îtîlafa Sûrî bi serkêşiya Nesir El-Herîr serdana bajarê Hewlêrê kir da ku bi serokê PDK`ê Mesûd Berzanî re bicive.

Gelê Kurd ev yek bi hêrs pêşwazî kir û gotin cihê Nesir El-Herîrî û şandeya bi wî re zîndane, ne xaka Kurdistanê ya pîroz e.

Di vê çarçoveyê de koçberên Serêkaniyê yên di kampa Waşokanî de daxuyaniyek da û serdan şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya meclisa kampê ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kampa Waşokanî Îbrahîm Mehmûd ve hate xwendin. Bi dehan koçber beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û Mesûdê Berzanî ji ber pêşwazîkirina sûcdar Nesir El-Herîrî ku destê wî di koçberkirin û şerê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye, hatin şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin Nesir El-Herîr zarok û jin kuştin, destek da guhertina demografiyia herêmê, dagirkirina dewleta Tirk ji herêmê re rewa kir û zimanê kurdî red kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin got  şandeya bi Nesir El-Herîrî re ya ji ENKS`ê ku di dema partiyên kurdî nêzî hev dibin serdana Hewlêrê kir, hate şermezarkirin û hate diyarkirin kir ku serdana wan ji bo binxistin û têkbirina diyalogên di navbera PYNK û ENKS`ê de ye.

Her wiha di daxuyaniyê de, hate destnîşnakirin ku serdana Nesir El-Herîrî tê wateya pêkanîna planên dewleta Tirk der barê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û xizmeta berjdewendiyên dewleta Tirk li herêmê.

Di dawiya daxuyaniyê de, koçberan tekez kir ku ew ê li hember hemû komployên ku ji aliyê AKP û PDK`ê têne kirin, bisekinin.

Tê payîn ku koçberên Serêkaniyê yên di kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayi ya bajarê Hesekê, di vê der barê de îro daxuyaniyekê bidin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fcxH2SCcosc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>