Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçerê 8`ê Adarê pîroz kir

Jinên ku beşdarî şahiya 8`ê Adarê bûne, piştrast kir ku şadiya wan dê bi azadiya rêber Abdullah Ocalan temam bibe.

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçerê 8`ê Adarê pîroz kir
8 adar, 2021   13:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên girêdayî kantona Qamişloyê li Seyrangeha Sîpan a li rojhilatê navçeya Girkê Legê kom bûn.

Şênî û endamên saziyên civaka sivîl tev li şahiyê bûn ku bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” li dar ketiye.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Zelfe Badro axivî û ev roj li tevahiya jinan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Zelfe rola jinan di civakî de li rex azarên wê di bin siyasetên zordestan de ku dixwazin wan ji civakê qut bikin û di malê de bihêlin, bi bîr xist û got: “Jin bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan rizgar bûn û dê bi azadkirina rêber Abdullah Ocalan şadiya me temam bibe.”

`JIN BINGEHA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ NE`

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Şehînaz Ebdo di şahiyê de axivî û diyar kir ku DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî, bi fînansekirina dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fikirê neteweya demokratîk û jinan dikin hedef.

Şehînaz wiha domand: “Bi rêya hedefgirtina jinan bi taybet jinên Ereb, dixwazin xof û fîtneyê di nava herêmê de biçînin û jinên Ereb neçar bikin ku ji Rêveberiya Xweser dûr bikevin.”

Ji fermandarên  Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rozelîn Azadî jî axivî û destnîşan kir ku jin bingeha destkeftiyên şoreşê ne, ji ber ku banga mafên gelan dikin.

Rozelîn di dawiya axaftina xwe de soza mezinkirinê têkoşînê da û diyar kir ku YPJ parêzvana welat û jinan e.

Piştre Koma Êlêna ya Navenda Çand û Hunerê û koma govendê ya girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z4n6F6cSvko" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>