NATO: Hebûna me ya li Iraqê bi xwesteka hikumeta wê ye

Fermandarê nûnertiya NATO’yê ya li Iraqê Pierre Olsen ragihand ku hêzên wan li ser xwesteka hikumeta Iraqê li ser xaka Iraqê ye û got, bêyî hikukumetê ew erkên xwe li Iraqê berfireh nake.

NATO: Hebûna me ya li Iraqê bi xwesteka hikumeta wê ye
4 adar, 2021   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

General Pierre Olsen diyar kir ku ew hêz bi hikumeta Iraqê re ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li welat dixebitin û ne pêkan e ku tu peywirên xwe bêyî daxwaza ji desthilatên Iraqê berfireh bike.

Pierre Olsen da zanîn ku erka nûnertiya NATO’yê ya li Iraqê ne şerkirin e, lê belê pêşkêşkirina şêwirên ewlehî û leşkerî ji wezareta parastinê re ye û wiha got: "Nûnertiya me şêwirî ye û tu perwerdeyan di oprasyonên ku li dijî DAIŞ’ê yan jî hwd de pêk tên, pêşkêş nakin."

Fermandarê nûnertiya NATO’yê ya li Iraqê Pierre Olsen îşaret bi oprasiyonên berfirehkirina nûnertiyê kir ku hîna jî dest pê nekirine û eşkere kir ku ev yek dê piştî daxwaza hikumeta Iraqê û erêkirina 3 dewletên NATO’yê pêk were û wiha pê de çû: "Em li hember serweriya Iraqê rêzdar in û di çarçoveya xebata hikumetê de kar dikin."

Pierre Olsen behsa çalakiya NATO’yê kirk u tenê di Bexdayê de maye û dibe ku li herêmên dîtir jî berfireh bibe, lê ew jî bi daxwaza hikumeta Iraqê ye û wiha berdewam kir: "Em li baregeheke Bexdayê ne ku tê de hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene. Lê belê xebata me ji hev cuda ye."

Pierre Olsen destnîşan kir ku nayê texmînkirin ku guhartina di erka nûnertiyê de çêbibe, dê tenê şêwirî bimîne û tu piştevanî di oprasyonên şer de nayên kirin.

Mijara zêdekirina hejmara hêzên NATO’yê li Iraqê welat, di van demên dawîn hem li ser asta herêmê hem jî li ser asta navneteweyî ne sabît bû. Di meha borî de jî serkreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg piştrast kir ku NATO’yê biryar da ku dê erka perwerdekirina hêzên Iraqê berfireh bike û hejmara xwe ji 500 bike 4 hezar leşker.

(fr)