Sînem Mihemed: Em hêvî dikin ku rêveberiya Biden girîngî bide dosyaya Sûriyê

Nûnera MSD`ê ya li DYA`yê Sînem Mihemed destnîşan kir ku têkiliyên di navbera meclisê û rêveberiya Amerîkayê de berdewam in û hêvî kir ku rêveberiya nû rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û destekê pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Sînem Mihemed: Em hêvî dikin ku rêveberiya Biden girîngî bide dosyaya Sûriyê
2 adar, 2021   01:48
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Sînem Mihemed ji ANHA`yê re axivî û siyaseta rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden a der barê Sûriyê de nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirxand.

Sînem wiha axivî: “Rêveberiya nû bi moreleke bilind dest bi erkê xwe kir, rêgezên girîng ên siyaseta xwe der barê rewşa hundirîn de bi taybet piştî vîrusa koronayê, vegera li WHO û Lihevkirina Hawîrdorê re û rastkirina şaştiyên serokê berê Donald Trump, danîn.”

Têkildarî siyaseta derve ya Amerîkayê Sînem Mihemed ev yek diyar kir: ”Biden di xîtaba xwe ya li Wezareta Derve de siyaseta derve ya Amerîkayê diyar kir ku ew girîngiyê dide dosyaya Îran, Çîn, Rûsya, careke din cîhanê bi rêve bibe û têkiliyan bi hevalbendên xwe yên Yekitiya Ewropayê re xurt bike ku di dema Trump de paşde çûbûn.”

Li gorî Sînem Mihemed Sûriye ji daîreya îtîmamên rêveberiya Amerîkayê derket û wiha domand: “Mixabin Sûriyê ne ji di rêza yekemîn a xebatên Amerîkayê de ye. Bi baweriya min sedema wê jî ew e ku civaka navneteweyî û rêveberiya berê, negihiştin çareseriyan ku alozî bi dawî bibe, lew ra gihaşt rêyeke niximandî.”

Sînem destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê di vê demê de, hewl dide makenîzme û rêbazên çareseriyê diyar bike da ku bigihêje çareseriya aloziya Sûriyê.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îşaret pê kir ku têkilî bi Washingtonê re berdewam in û wiha pê de çû: “Têkiliya nûnertiya me ya li Washingtonê bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hene ku MSD û projeya wê pê bidin nasandin. Ji ber ku hejmareke mezin a endamên rêveberiyê hatin guhertin.”

Sînem hêvî kir ku rêveberiya Joe Biden girîngî bide dosyaya Sûriyê û roleke piştgir di dîtina çareseriyan de bilîze, her wiha li ser asta siyasî piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Sînem Mihemed diyar kir ku tîma Wezareta Derve ya Amerîkayê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizane û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Tîma ku hatiye erkdarkirin çi li Wezareta Derve yan jî Koşka Spî û heta Pentagonê be hemû rewşa li herêmên me, Iraq û Sûriyê dizanin. Berê jî ji nêz ve bi MSD û QSD`ê re kar kirine û projeya wan a demokratîk a pirrengî nas kirin.”

Sînem Mihemed di dawiyê de da xuyakirin ku nûneriya MSD`ê ya li Washingtonê têkiliyên xwe bi endamên Kongreya Amerîkayê re yên her du partiyan Demokrat û Komarparêz didomîne. Her wiha piştrast kir ku endamên her du partiyan piştgiriya QSD û MSD`ê dikin û da zanîn ku têkiliyên wan bi rêveberiyê û kongresê re berdewam in.

(şx)

ANHA