ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2021
2 adar, 2021   00:00

-Bi boneya 8'ê Adarê, HPC'ê ya Hesekê meşekê li dar dixe, meş ji ber partka Rêber Apo ya taxa Nasira dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bijîşk Mistefa Keleş xuya kir ku di şert û mercên tecrîdê de jiyaneke tendurist ne mimkun e û destnîşan kir ku divê şert û mercên tenduristiyê yên rêber Abdullah Ocalan bên başkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nivîskar û rojnamevanê iraqî Elî Nacî got tevlêbûna rewşenbîrên Ereb ên ku ji doza Abdullah Ocalan dûr bûn, roj bi roj zêdetir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê û Nivîsgeha Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi boneya 8'ê Adarê civînekê ji jinên Reqayê re li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelekê li ser 8'ê Adarê li hola civînan a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a PYD'ê bi boneya 8'ê Adarê civînekê li hola Reşo ya bajarê Hesekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Kobanê di çarçoveya çalakiyên ji bo 8'ê Adarê de ji bo piştevahiya YPJ'ê meşekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên Mîhrîcana 6'an a Wêje û Hunera Jinan li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo di roja duyemîn de bi dawî dibe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Asayîşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi boneya 8'ê Adarê şahiyekê li stada Rimêlan li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya Swêdê Malin Björk diyar kir ku 8’ê Adarê tenê rojek e lê têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj e û jinên herêmê berê xwe daye serkeftinê û ji niha ve ew serkeftin bi dest xistiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku piştî li xwemukirhatina dewleta Tirk ku ew li pey kuştina hersê jinên têkoşer e û daxuyaniyên Îsmaîl Pikîn, divê Parîs û dewletên Ewropayê dosyaya komkujiya Parîsê vekin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnera MSD`ê ya li DYA`yê Sînem Mihemed destnîşan kir ku têkiliyên di navbera meclisê û rêveberiya Amerîkayê de berdewam in û hêvî kir ku rêveberiya nû rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û destekê pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Selam Hisên got: "Rûsya hewl da  paymekê bi navaroka 'Daxwawzên me bi cih bînin' bighîne QSD`ê. Lê QSD`ê ji ber girêdana bi axa xwe wê serî danaxe. Ji ber ku xwedî projeyeke nîştimanî ye ku banga yekitiya Sûriyê û dîtina çareseriyên siyasî di hundirê Sûriyê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û parêzer Ewas Elî got hikumeta Şamê û opozîsyon şirîkên dagirkirina dewleta Tirk li xaka Sûriyê ne, nîşaneya vê yekê tunebûna tu helwesteke fermî ya hikumeta Şamê yan jî rakirina bangeke fermî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re ku dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Xeta Rojava ya bajarê Minbicê çalakiyeke protestoyî li dijî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve li dar dixe, bi heman armancê Rêveberiya Bendavan daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema ku mirov di gundê Yûsifiyê yê girêdayî navçeya Girkê Legê re derbas dibe şêwazeke ne şaristanî û bêhnên xirab dibîne. Heger ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê nexweşî belav bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA