Selam Hisên: QSD`ê serî ji zextên Rûsyayê re natewîne

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Selam Hisên got: "Rûsya hewl da payamekê bi navaroka 'Daxwawzên me bi cih bînin' bighîne QSD`ê. Lê QSD`ê ji ber girêdana bi axa xwe wê serî danaxe. QSD'ê xwedî projeyeke nîştimanî ye ku banga yekitiya Sûriyê û dîtina çareseriyên siyasî di hundirê Sûriyê dike."

Selam Hisên: QSD`ê serî ji zextên Rûsyayê re natewîne
2 adar, 2021   03:03
REQA-EHMED EL-ELÎ

Rûsya di hefteya borî de hêzên xwe ji bajarokê Eyn Îsayê ber bi baregeha Til Semin ve ya li gundewarên bakurê Reqayê vekişand. Bi vê yekê rê ji dewleta Tirk re vedike ku êrişên xwe yên li dijî bajarokê zêde bike. Her wiha wê wek kaxizeke zextê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi kar tîne. Lê ruxmî wê jî, dîsa bi lez vegerîn Eyn Îsayê.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Selam Hisên der barê mijarê de got: “Aloziya Sûriyê çareser nabe. Ji zêdetirî 10 salan ve, aliyên nakok ên li Sûriyê li hev nekirin. Nexasim ku aliyên derve yên ku mudaxeleya Sûriyê dikin, di dîtina çareseriyan de ne cidî ne.“

Hisên wiha domand: “Ruxmî ku nelivînek ji aliyê leşkerî ve li Sûriyê heye ku di şerê Sûriyê de tiştek nû ye, lê hinek alî hene dixwazin destkeftiyên dîtir li ser erdê bi dest bixin û hegemonyaya xwe bi hêz bikin mîna dewleta Tirk a ku ji demekê ve êrişî herêma Eyn Îsayê dike.”

Hisên piştrast kir ku QSD`ê naxwaze dev ji axa ku ji DAIŞ`ê rizgar kiriye berde û wê radest nake. Nexasim ji artêşa Tirk a dagirker e ku li gorî lihevkirinên xwe bi hinek aliyên din re, herêmên fireh ji bakurê Sûriyê dagir kirin.

Hisên wiha domand: "Rûsya tevgerên xwe yên provokasyon ên li dijî QSD`ê didomînin da ku tawîzan bi dest bixin. Lê QSD`ê serî ji daxwazên wan re danaxe û tu tawîz jê re pêşkêş nekirin. Lew ra Rûsya dixwaze payamekê bi navaroka 'Heke hûn daxwazên me neynin cih, em ê rê li pêşiya dewleta Tirk vekin ku herêmên dîtir ji Sûriyê dagir bike' ragihîne hêzên leşkerî yên li Eyn Îsa û Til Temirê.”

Hisên bal kişand ser daxuyaniyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û fermandariya QSD`ê û wiha pê de çû: “Wan diyar kir ku ew ji diyalogê re vekirî ne û girîngî didin çareseriyên siyasî, ji lew ra divê hemû li ser masaya diyalogê rûnin û tevahiya hêzên siyasî û leşkerî li hev bikin. Lê xuyaye ku Rûsya vê yekê naxwaze. Lê belê dixwaze tawîzan ji aliyê QSD`ê ve bi dest bixe.”

Hisên destnîşan kir ku lihevkirinek di navbera Rûsya û dewleta Tirk de heye bi taybet piştî civîna Astanayê ya dawîn. Hisên da xuyakirin ku ruxmî ku aliyên Astanayê çareseriyê asteng dikin lê QSD`ê wek dijminê yekemîn e bi nav kir.

Selam Hisên piştrast kir ku ji ber girêdana QSD`ê bi axa xwe ve, Rûsya negihişt armanca xwe û wiha pê de çû: “QSD ji bo rizgarkirina vê herêmê ji DAIŞ`ê gelek şehîd dan. Ne pêkane ku bi vê hêsanbûnê herêmê radestî wan bike. QSD`ê xwedî projeyeke nîştimanî ye ku girîngiyê dide yekitiya Sûriyê û dîtina çareseriyên siyasî di hundirê Sûriyê de.”

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Selam Hisên di dawiyê de ev bang li aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê bi dawî bibe kir û got: “Heke Rûsya cidî be, de bila em li ser masayekê rûnin, li ser avakirina artêşeke nîştimanî û dîtina çareseriyên siyasî li gorî hemûyan li hev bikin, di encama vê yekê de dê rê li pêşiya parçekirina Sûriyê were girtin û tevahiya hêzên derve nexasim dewleta Tirk ji Sûriyê werin derxistin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vAKGbW0An7o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>