' Piştevaniya azadîxwazên cîhanê dikare Ocalan azad bike'

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê û endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ehmed Behaedîn Şaban got, berxwedana gelê Kurdistanê û piştevaniya azadîxwazên cîhanê dikare azadiya Ocalan misoger bike.

' Piştevaniya azadîxwazên cîhanê dikare Ocalan azad bike'
24 sibat, 2021   05:57
QAHÎRA-EMENÎ EZAM

Di salvegera 22'yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, komeke rewşenbîrên Ereb li ser bingeha têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Kurd û Ereb de û ji bo nasandina gelê Ereb bi doza rêber Abdullah Ocalan û gelê wî  Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan dan destpêkirin.

Der barê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê û endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan, Behaedîn Şaban got, endamên însiyatîfê bawer in ku piştevaniya gelan û azadîxwazên cîhanê têrê dike ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe, mîna ku çawa Nelson Mandela ji nijadperestiya hovane ya li Afrîkyaya Başûr azad bû.

Şaban ji ANHA`yê re destnîşan kir ku Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdulalh Ocalan gelek girîng e. Her wiha îşaret pê kir ku di rojên pêşîn ên kampanyayê de heta niha zêdetirî 8 hezar îmzeyên rewşenbîr, oldar û siyasetmedarên misrî û erebî hatine berhevkirin.

Şaban destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku doza Kurd bidin nasandin, sûcên şer ên Erdoganê faşîst eşkere bikin, destek û piştgiriya pêwîst ji bo her du gelan û doza ku rêber Abdulalh Ocalan ji ber dîl hatiye gitin, kom bikin anku bi dest bixin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê wiha pê de çû: “Em bawer in ku gelê Kurdistanê wê li ber xwe bide, piştgiriya gelan û azadîxwazên cîhanê dê hêviyên serbestberdana rêber Abdulalh Ocalan pêk bînin. Da ku ji nû ve rola xwe ya dîrokî di hembêza gel û hevalên xwe yên Kurd û Ereb û gelên cîhanê de temam bike.”

Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di daxuyaniya ragihandina însiyatîfê de piştrast kir ku dê li ser astên fikirî û çandî kar bikin, da ku têkoşîn û fikirên rêber Abdullah Ocalan û doza wî bidin nasandin, piştgiriya pêwîst bi dest bixin, ji bo ku serbest were berdan.

(şx)

ANHA