Dayikên gerîla: Piştgiriya gerîla erka her dayikekê ye

Dayikên gerîlayan gotin, ew ê çalakiyên xwe yên piştgiriya gerîlayan bidomînin. Her wiha bang li dayikan Kurdistanê kirin ku dakevin qadan û destekê bidin berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên li dijî Kurdistanê.

Dayikên gerîla: Piştgiriya gerîla erka her dayikekê ye
24 sibat, 2021   06:04
QAMİŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Roja çarşemê ji bo dayikên gerîlayan ne rojek asayî ye. Di vê rojê de dengê dayikên her têkoşerekî/ê Hêzên Parastina Gel (HPG) bilind dibe. Dayikên gerîlayan hewl didin dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê da ku desteka gerîla û doza Kurd bikin. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadikevin qadan û daxuyaniyan der barê rewşa Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê de didin. Her wiha hêvî dikin ku bigihêjin armancên xwe.

Ji ber girîngiya çalakî û daxuyaniyên dayikên gerîla, Kongreya Star ji Tebaxa 2020`an ve, komîteyek ji 4 dayikan û rêveberek ava kir ku çavdêriya xebatên rêxistinî bikin û çalakiyan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê orgenîze bikin.

Têkildarî mijarê, endama rêveber a Kongreya Star a kantona Qamişloyê Senaa Xelîl got, daxuyaniyên dayikên gerîla bi rewşa kurd û Kurdistanê ve girêdayî ne û wiha domand: “Daxuyaniyên wan der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li ser jin û zimanê dayikê, her wiha ji bo berxwedana Heftanînê, êrişên li dijî Şengalê, tevgerên hinek aliyên Kurd ên li dijî doza Kurd û serkeftina Hêzên Parastina Gel (HPG) li Garê de ne.”

`EM Bİ ZAROKÊN XWE YÊN GERÎLA SERBİLİND İN, DİVÊ EM PIŞTGIRIYA WAN BİDİN WAN`

Dayika Cîhan Îsmaîl destnîşan kir ku ew her roja çarşemê beşdarî çalakiyên dayikên gerîla yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, dibe da ku piştgiriyê bidin gerîlayên ku li çiyayan ên li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin û ji bo doza gelê Kurd û mafên wê yê çewisandî têdikoşin.

Dayika Cîhan wiha berdewam kir: “Ji zêdetirî salekê ve kurê min tev li hêzên gerîla bûye, ez bi vê yekê serbilind im.”

Dayika Cîhan bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li Başûrê Kurdistanê kir ku ji siyasetên dijberî kurd û Kurdistanê dûr bikeve û got, ew tevgerên PDK`ê yên dijberî doza Kurd red dike.

Dayika Cîhan bang li tevahiya dayikan li Kurdistanê kir ku li hemberî her siyasetekê li dijî gelê Kurd bisekinin û ji bo piştgiriya gerîlayan dakevin qadan.

Ji aliyê xwe ve dayika Besna Hecî Emîn bi serbilindî behsa tevlêbûna kurê xwe nava refên gerîla dike kir û dibêje: “Ji 26 salan ve kurê min gerîla ye û heta niha min ew nedîtiye. Tenê beriya 5 salan nameyek ji min re şand ku ew diçe Heftanînê da ku li rex hevalên xwe şer bike.”

Dayika 5 şervanan jî Şewafe Elî da xuyakirin ku ew bi her 5 kurên xwe serbilind e ku ji bo parastina ax û gel tê dikoşin û li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Kurekî min beriya 4 salan dema 18 salî bû tev li gerîla bû. 4 kurên min ên din jî di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne.”

Dayika Şewafe xuya kir ku ew dê tim tev li çalakiyan bibe û dê piştgiriya gerîlayan bike.

Dayika Şewafe bang li dayikan li Kurdistanê kir ku pêwîst e piştgiriya gerîlayan bikin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Divê em bibin yek û bi hev re li hemberî dijmin li ber xwe bidin, da ku mafên xwe bidest bixin, Kurdistaneke hevgirtî ava bikin û rêber Abdullah Ocalan azad bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z5pPGmxAK3A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>