'Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe bijîn'

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê diyar kir ku gelê Kurd bi salan ji zimanê xwe bê par hatibû hiştin û got: "Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe jiyanek bi rûmet bijîn, bêyî zimanê dayikê mirov nikare bibe xwedî maf".

'Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe bijîn'
21 sibat, 2021   14:47
ŞEHBA

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi dehan endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê li parka navçeya Ehrazê ya kantona Şehbayê kom bûn. Endamên desteyê pankertên bi nivîsên "Ji ziman şoreşa nûjen dest pê dibe", "Bi zanist û pênûsa xwe em ê pêşeroja xwe ava bikin", " Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe jiyanek birûmet bijîn" û "Bêyî zimanê dayikê mirov nikare bibe xwedî maf "vekiribûn.

Endamê desteyê ve Zeyneb Ebdo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya ziman di jiyana mirovan de ku wekî amûra têkiliyêan di navbera civakan de het diyarkirin.

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin dîroka vê rojê di 17'ê Mijdarê sala 1999'an de hate ragihandin û wiha hate gotin:  "Mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê baxive."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Gelên di bin şertên dagirkirinê de ku nikarin bi zimanê xwe yê dayikê baxivin û çanda xwe pêk bînin, wekî gelê Kurd ku bi salan fêrî zimanê xwe nebûye û zimanê wan hatiye qirkirin."

Her wiha bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku 21'ê Sibatê veguherînin roja dayik û aştiyê ji bo tevahî gelên bindest.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rkjlAI11sAE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>