Mehmûd Batil: Divê perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê destekkirin

Mamosteyê Zanîngeha Cape Townê ya Afrîkaya Başûr Mehmûd Batil diyar kir ku dewletên ku Kurdistan dagir kiriye, gelê Kurd ji mafên wî yên çandî bê par hiştiye û armanc ji vê yekê ew e ku wan qir bike û ji mafên rewa bê par bihêle.

Mehmûd Batil: Divê perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê destekkirin
21 sibat, 2021   14:13
QAMIŞLO

Mamosteyê Zanîngeha Cape Townê ya Afrîkaya Başûr û pisporê qanûnên navneteweyî Mehmûd Batil di komxebata ku bi boneya Roja Zimanê Dayikê hate lidarxistin de wiha got: "Gelê Kurd bi salan e bi destê dewletên ku Kurdistan dagir kiriye, rastî siyaseta bêparkirina ji perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye."

Mehmûd Batil bi rêya bernameya Zoom tev li komxebatê bû.

Mehmûd Batil wiha axivî: "Mêtingeriya Osmanî di dema desthilata xwe de nehişt zanist were belavkirin. Ev yek bi rêya pêkanîna siyaseta bêparkirina gelên herêmê ji çand û perwerdeya bi zimanê dayikê kir. Heta niha jî dewleta Tirk vê siyaseta xwe ya despot dimeşîne."

Her wiha Mehmûd Batil diyar kir ku zimanê kurdî ji ber sûcên dewletên dagirker hate astengkirin û gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çanda xwe bê par ma. Talî tekez kir ku armanca siyaseta sîstemên desthilatdar ên Sûriyê, Iraq, Îran û Tirkiyê asîmîlekirina civaka kurdî ye.

Di dawiyê de Mehmûd Batil bang li civaka navneteweyî kir ku destekê bide perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêzdariyê bidin qanûn û pîvanên navneteweyî, bi taybet ên girêdayî perwerdeya bi zimanê dayikê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i05lZjWVHuk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>