Dîmenek ji hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li Efrînê

Di dîmenekî de ku li ser medyaya civakî belav bûye, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî sivîlên kantona Efrînê diyar dibe.

Dîmenek ji hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li Efrînê
21 sibat, 2021   15:11
ŞEHBA

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine ve, sivîl di rewşeke dijwar de dijîn, li kantonê sûcên revandin û qetilkirinê zêde dibin.

Çalakvanan li ser tevnên civakî îro dîmenek belav kir, di dîmenê de diyar dibe ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker îşkenceya fîzîkî û derûnî li sivîlê bi navê Hisên ji şêniyê kantona Efrînê dikin.

Dîman li baregeheke çeteyên bi navê Cebheta El-Şamiyê de hatiye kişandin. Çeteyan di wê baregehê de bi sûcekî derqanûnî û dermirovî Hisên îşkence kir. Li gorî agahiyan berpirsê îşkenceyê çeteyê bi navê Beşar Kebso yê ji şêniyê Til Rifetê ye.

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, çete sivîlan direvînin. Çete sivîlên ku direvînin îşkence dikin û dîmenan ji malbatên wan re dişînin, da ku şantaj bikin û fîdyayan li hember serbestberdanê bixwazin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sLAdAjf5BN0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>