Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin

Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, siyasetên tirsandin û birçîkirinê her ku diçe zêdetir dibin, ji wê zêdetir hêzên dagirker nasnameyên dewleta Tirk didin welatiyan.

Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
Li Girê Spî û Cerablus siyasetên tirsandin û birçîkirinê didomin
21 sibat, 2021   03:11
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de di nava bêdengiya navneteweyî de êrişeke hovane li dijî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê pêk anîn û her du herêm dagir kirin. Piştî dagirkirinê dest bi guhartina demografiya kirin, da ku berjewendiyên xwe yên dagirkirinê pêk bînin.

Ji dema dagirkirina wan bajaran ve rewşeke tevliheviya ewlehî heye. Her wiha welatî di rewşeke tirs de ne. Li gel vê yekê nirxê madeyên bingehîn gelek bilind in û çete bacan li ser welatiyan ferz dikin.

SIYASETÊN TIRKKIRINÊ BERDEWAM IN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li sivîlên li Girê Spî û Cerablusê ferz dikin ku nasnameyên takakesî yên tirkî derxin û nasnameya sûrî qedexe kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyan di 1’ê Hezîrana par de li bajarên dagirkirî li welatiyan ferz kir ku nasnameyên tirkî derxin û bikaranîna nasnameyê hikumeta Şamê qedexe kir.

Bi armanca domandina siyasetên tirkkirinê, meclisa herêmî ya girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 12’yê vê Sibatê de ragihand ku li bajarê Cerablusê yê dagirkirî dewreyên perwerdê yên li ser kombuter bê pere vekirine. Kesê ku tev li wan dewreyan bibe divê zimanê tirkî bizanibe û nasnameya kaxizî ya ku dewleta Tirk a dagirker daye, pê re hebe.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JIYANEKE DIJWAR

Şêniyên li herêmên dagirkirî ji ber bihabûna ku bazirganên girêdayî dagirkeriyê ferz dikin, azaran dikişînin hene. Bihaya her tûrek nan hezar lîreya Sûriyê ye û yê bermîlek mazot jî 140 hezar lîreya Sûriyê ye.

Ji pirsgirêkên jiyanî zêdetir, dem dem di navbera komên çete de şer diqewime, ku di encamê de sivîl dibin qurbanî û tirs di nav şêniyan de çêdibe.

Hin çavkaniyên din ji ANHA'yê eşkere kir ku çete dest diavêjin jinan da ku ji malên xwe derkevin, gihişt asta ku welatî nikare hevser an jî xweşikên xwe bi tenê bişîne sûkê, divê ku pê re hevjîn, bira yan jî bavê wê hebe.

FERZKIRINA BACAN LI DIKANÊN BAZIRGANIYÊ

Di 24’ê Tebaxa 2016’an de çeteyên DAIŞ'ê bajarê Cerablusê radestî dewleta Tirk a dagirker kir. Ev yek bi sînaryoyeke kirêt pêk hat. Piranî çeteyên DAIŞ’ê yên ji bajêr cilên xwe guhartin û tê de man. Dewleta Tirk a dagirker piştî derbasî herêmê bûn, heman sûcên DAIŞ'ê berdewam kirin.

Çavkaniyên herêmî ji Cerablusê ji ajansa me re eşkere kir ku êdî çete biryarnameyên taybet bi ferzkirina bacan giran li ser dikanên bazirganiyê û dikanên biçûk ên li bajêr derdixin.

Di 7’ê vê Sibatê de meclisa herêmî ya girêdayî çeteyan giştînameyek derxist, tê de bang li xwediyên dikanan dikin ku bacan bidin û jimareyên bacî wergirin.

Tevî ku Cerablus li ser keviyên çemê Firatê ye, lê çavkaniyan piştrast kir ku ava vexwarinê dem bi dem li ser bajêr qut dibe, ew jî siyaseta meclisên girêdayî çeteyan e ku şêniyan birçî bikin.

Di Çileya borî de ava vexwarinê 10 rojan qut bû. Li gorî idîayên meclisa navborî sedema qutbûna avê pirsgirêk di xetên avê de çêbûn û heta werin çaksazkirin.

LI CERABLUSA DAGIRKIRÎ TEVLIHEVIYA EWLEHÎ Û TIRSANDINA SIVÎLAN

Çete bi bacan û destdayîna li ser milkên sivîlên ku ji warê xwe hatine derxistin, bes nabînin, lê belê sûcên revandin û daxwaza fîdyayan pêk tînin. Ji bilî wê jî dem bi dem cenaze li keviyên çemê Firatê yê li nêzî Cerablusê û di navbera darên zeytûnê yên li Efrîna dagirkirî de tên dîtin.

Têkildarî mijarê, çavkaniyan eşkere kirin ku çete li Cerablus, Girê Spî û Babê pir belav in, di nava Cerablus û gundên wê de zêdetirî 20 bendên kontrolê hene û 10 bendên digerin hene. Ew yek jî bi ferzkirina siyasetê li ser welatiyan û qedexekirina çi tevgereke gel li bajêr e.

Çavkaniyan diyar kir ku çete bê ser û ber guleyan diavêjin, da ku şêniyan bitirsînin û destdirêjiya li dijî sivîlan li kolanan ji bo çeteyan tiştekî ne dijwar e.

Ji agahiyên çavkaniyan tê diyarkirin ku hêrseke gel li Girê Spî, Cerablus û bajarên dîtir ên dagirkirî heye. Lê ji tirsa sûcan ev hêrs di nava gel de girtî ye.

(fr)

ANHA