Panorama hefteyê: Herî zêde dewleta Tirk ji êrişa li ser Hewlêrê sûdê digire

Di hefteya derbasbûyî de têkildarî pevguhartina dîlgirtiyan Rûsya navbeykarî di navbera Şam û Îsraîlê de kir, lê li gorî raporan hin mijarên ewlehiyê û leşkerî têne nîqaşkirin. Li aliyekî din çavdêran destnîşan kirin ku yê herî zêde sûdê ji êrişa li ser Hewlêrê digire dewleta Tirk e.

Panorama hefteyê: Herî zêde dewleta Tirk ji êrişa li ser Hewlêrê sûdê digire
21 sibat, 2021   04:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî behsa peymana di navbera Şam û Îsraîlê de ya bi navbeykariya Rûsya, êrişên li Hewlêrê û eniya hevbeş a di navbera Misir, Urdun û Iraqê de kirin.

'RÛSYA DI NAVBERA SÛRIYE Û ÎSRAÎLÊ DE NAVBEYNKARIYÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Duh Şamê piştrast kir ku di mijara berdana girtiyan di navbera Sûriye û Îsraîlê de Rûsya navbeynkariyê dike. Ajansa fermî ya Sûriyê SANA duh ragihand ku niha Rûsya ji bo rizgarkirina Nîhal El-Meqt û Ziyab Qehmûz û pevguhertina wan bi welatiyeke Îsraîlê re ku bi şaşî ketibû bajarê Quneytîra û hatibû girtin, navbeynkariyê dike.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksander Lavrentiev jî got hêviyên wan hene ku di encama şêwirên di navbera Sûriye û Îsraîlê de ku bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tên, êrişên asîmanî yên Îsraîlê li Sûriyê bên rawestandin.

Lavrentiev îşaret bi şêwirên niha bi Til Evîvê re pêk tên, kir û got: “Divê ev êriş bên rawestandin. Em hêvî dikin ku Îsraîl metirsiyên me yên der barê zêdebûna rageşiyê li xaka Sûriyê de cidî bigire ku dibe sebra hikumeta Sûriyê bi dawî bibe û êrişeke dijber pêk bîne. Kes wê yekê naxwaze. Em derketina tundiyê li Sûriyê qebûl nakin.”

 ‘NAKOKIYA AMERÎKA-ÎRAN-TIRKIYÊ GEFÊ LI ÎSTIQRARA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIXWE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Li gorî şîrovekarên siyasî û pisporên ewlekariyê, êrişa li dijî balafirgeha Hewlêrê li ser îstiqrara Başûrê Kurdistanê fikar çêkirin ku di dema pêş de bibe qadeke şerê Amerîka-Tirkiye-Îranê.

Çavdêr diyar dikin ku piştî demeke sarbûna têkiliyan, DYA ji nû ve têkiliyên xwe bi Başûrê Kurdistanê re xurt dike.

Pisporên ewlekarî û leşkerî sedema ji nû ve xurtkirina têkiliyên her du aliyan dispêrin wê yekê ku xaka Başûr cihekî guncaw e, ji bo bicihbûna hêzên Amerîkayê ku ji ber zexta partiyên siyasî û mîlîsên şîe ku bi xurtî cihê xwe di parlamantoya Iraqê de digirin, ji gelek deverên Iraqê vedikişin.

Bicihbûna wan hêzan li Başûrê Kurdistanê tê wateya ku Îranê û dûvikên wê yên siyasî û çekdar di şerê ‘qewitandina’ artêşa Amerîkayê ji Iraqê de bi bin ketin.

Li ser wê yekê Îran û mîlîsên şîe bi êrişa duşemê ya li Hewlêrê tên tawanbarkirin.

Lê belê ne tenê Îran dixwaze hêzên Amerîkayê yên li Başûr tengav bike, dewleta Tirk jî xwedî berjewendî ye ku li hemberî her aliyekî piştgiriyê dide hikumeta Başûr, bisekine. Ji ber ku Erdogan dixwaze herêma Başûrê Kurdistanê lawaz bimîne û li pêş artêşa Tirk vekirî be, nexasim bi operasyonên dawîn re yên bi navê şerê li dijî PKK`ê.

Dewleta Tirk ji têkiliyên Kurdên Başûr û Amerîkayê û piştgiriya Amerîkayê ji Kurdên Sûriyê re bi hêrs e. Ji ber ku bicihbûna hêzên Amerîkayê li hin deverên Sûriyê pêşî li dagirkirina herêmên din û derbkirina hemû hêzên kurdî ji aliyê artêşa Tirk ve girt.

Tevî ku Tirkiye û Îran ji ber serweriya xwe li herêmê û berjewendiyên xwe li Sûriyê bi nakok in jî, lê di helwesta xwe ya li hemberî Kurdan de yek in û her du naxwazin ku li herêmê dewleteke neteweyî ya Kurdan ava bibe. Ji ber ku dê Kurdên li Îranê û Kurdên li Tirkiyê jî wê wekî herêma Başûrê Kurdistanê banga serxwebûnê bikin.”

‘TÊ PAYÎN KU ENIYEKE HEVBEŞ A MISIR-URDUN-IRAQÊ BÊ AVAKIRIN’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa avakirina eniyeke hevbeş a 3 welatên Ereban kir û destnîşan kir ku tevgereke dîplomatîk a berz ji aliyê fermandariyên her sê welatan (Urdun, Iraq, Misir) ve heye û wiha dewam kir: “Her wiha xuya ye ku xwesteka wan a koordîneyê di aliyê aborî û siyasî de heye. Daxuyaniyên wan ên ji beriya çend salan ve jî vê yekê nîşan didin.

Şîrovekarên Urdunê piştrast dikin ku dê di hefteyên bê de ji bo nîqaşkirina dosyaya aborî gelek civîn û tevger çêbin û dibêjin ku ev enî anku bloka hevbeş ne tenê di aliyê aborî de ye, lê aliyê wê yê siyasî jî heye û dê ew her sê welat roleke girîng di herêmê de bilîzin.