`Bêdengiya navneteweyî û Rûsya sedema domandina êrişên dewleta Tirk e '

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de sûc û êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Tevî ku Rûsya li herêmê wekî garantor e, lê heta niha erka xwe li hember van êrişan pêk neaniye.

`Bêdengiya navneteweyî û Rûsya sedema domandina êrişên dewleta Tirk e '
21 sibat, 2021   01:57
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Dewleta Tirk a ku destpêkê bi rêya çeteyan destwerdana herêmê kir, herî dawî raste rast bi xwe destwerdan kir û di encamên êrişên giran de hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine.

ÊRIŞ Û GEFÊN BERDEWAM

Di her carê de, piştî êriş û dagirkirina herêmê dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî sivîlan ji jin û zarokan pêk tîne. Ev ne cara yekemîn e, lê belê piştî herêmekê dagir dike, şêniyên resen bi zaroê koçber dike û malbatên çeteyan a girêdayî xwe li şûna wan bi cih dike. Çavdêr diyar dikin ku armanca dewleta Tirk a dagirker guhartina demografiya herêmê û valakirina ji kurdan e.

Dewleta Tirk di 18’ê Adara 2018’an piştî êrişekî ku li hemberî wê berxwedaneke 58’an rojan hate meşandin, kantona Efrînê dagir kir, beriya wê jî herêmên Ezaz, Cerablus û Babê di havîna 2016’an de dagir kirin.

Di 9’ê Cotema 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker herêmên Serêkaniy û Girê Spî dagir kirin û sûcên hovane yên dermirovî lê pêk tînin.

Dewleta Tirk bi armanca ku qada dagirkirina xwe li herêmê berfireh bike, ji 3 mehan ve êrişên xwe  li dijî navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirin û bi awayekî rojane gundên Minbic, Şehbayê û Til Temirê topbaran dikin.

Li aliyekî din jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk dem bi dem herêmê bombebaran dikin. 22'ê Çileya borî balafireke keşfê li gundekî Kobanê malek bomebebaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû. Di 23’yê Hezîrana par de bi balafireke bê mirov komkujiyek li gundê Helincê yê Kobanê pêk anî.

RÛSYA ERKÊN XWE PÊK NAYNE

Tevî lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de û destwerdana Rûsya wek dewleteke garantorê agirbestê li herêmê, lê dewleta Tirk gef û êrişên nesekinandine.

Dewleta Tirk û Rûsya di 22’yê Cotmeha 2019’an de lihevkirinek ji 10 bendan pêk anî, ji wan bendan; QSD’ê 30 km ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişe, agirbestê pêk were. Ji wê zêdetir jî divê dewriyeyên hevbeş ên tirkî-rûsî bi kûrahiya 10 km li herêmên li ser sînor pêk bên û hikumeta Şamê leşkerên xwe li ser sînor belav bikin.

Çavdêr dibêjin, dewleta Tirk li gorî peyman û lihevkirinan tev nagere û bin pê dike. Ew yek jî di êrişên wê yên li dijî herêmê de eşkere dibin û Rûsya jî erkên xwe wek garantorê lihevkirinê ya rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, pêk nayne.

'ARMANCA TIRKIYÊ TÊKBIRINA EWLEHIYA HERÊMÊ YE'

/kr/uploads/files/2021/02/20/212124_-.webp

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS)-Nivîsgeha Kobanê Ferman Hisên wiha got: "Dewleta Tirk her tim bi êrişên xwe dixwaze gelê Kurd li her derê armanc bike.  Armanca wê ew e ku tu statuyeke kurdî li herêmê ava nebe, bi destwerdana xwe ya raste rast li xaka bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê ewlehî û aramiya her du herêman ku Kurd lê hene têk bibe, da ku gel koçber bike, demografiya herêmê biguher û gelê Kurd ji aliyên mezhebî, erdnîgarî û çandî qir bike."

Ferman Hisên destnîşan kir ku Rûsya erka xwe li herêmê bi cih nayne, berovajî wê bi rêya êrişên dewleta Tirk fişar li Rêveberiya Xweser dike, da ku berjewendiyên xwe û yên hikumeta Şamê pêk bîne.

Endamê rêveber ê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ferhan Hisên bêdengiya Rûsya û navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û da zanîn ku divê Rûsya û civaka navneteweyî erkên xwe yên exlaqî li hember gelê bakurê Sûriyê û rêveberiya wê pêk bînin.

'TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA BERDEWAM E'

/kr/uploads/files/2021/02/20/212220_-.webp

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê- Nivîsgeha Kobanê Edhem Şedo diyar kir ku dewleta Tirk dijminahiya Kurd li her derê dike, di her carê de jî bi bihaneyên derew êriş dike, hedef jê jî qirkirina gelê Kurd li herêmê deverê ye."

Şedo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê Kurd li hember dijmin bibin yek, mala kurdî ava bikin û hewlestekê li hember tevahî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û çar parçeyên Kurdistanê bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker êriş û gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, lê têkoşîna gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê li hember wan gefan bilind e. Ligel wê jî berxwedana şervanên QSD’ê li hember êrişên li dijî Eny Îsa, Minbic, Kobanê û Dêrikê berdewam e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mi3d-W7eCLY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>