Êrişa Hewlêrê… kî jê sûdê werdigire?

Ruxmî ku komên alîgirên Îranê bi êrişa Hewlêrê hatin tawanbarkirin jî, lê hîna hikumetên Başûrê Kurdistanê, Bexdayê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî nizanin kî berpirsyarê vê êrişê ye. Her wiha Raêd El-Misrî got ku yê ji êrişê sûdê werdigire dewleta Tirk e.

Êrişa Hewlêrê… kî jê sûdê werdigire?
19 sibat, 2021   00:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 15`ê Sibatê de li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê êrişa bi moşekan pêk hat. Wezareta Karên Hundir a hikumeta Başûrê Kurdistanê di derbarê vê êrîşê de wiha got: “Şeva duşemê di Saet 9:30`an de gelek moşek ber bi bajarê Hewlêrê ve hatin avêtin û li gelek cihên cuda ketin. Her wiha Wezaretê da zanîn ku aliyên pêwendîdar di derbarê bûyerê de lêpirsînê dewam dikin.   

Hêzên ewlekariyê di berbanga 16`ê Sibatê de erebeyeke ku di avêtina moşekan de hatibû bikaranîn tevî 4 moşekên katyûşa desteserkirin.

Li aliyekî din, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê tekez kir ku 14 moşek li baregeha Amerîkayê ya li balafirgeha Hewlêrê ketine. Her wiha Koalîsyonê ragihand ku di encama wan êrişan de kesekî biyanî yê sivîl hate kuştin û 5 kesên din û leşkerekî Amerîkî jî birîndar bûn.

KOMÊN NENAS ÊRIŞ GIRTIN SER XWE

Piştî demekê komeke nenas ku navê “Seraya Ewliya El-Dem” li xwe kirine, êrişa li dijî baregeha Hewlêrê girt ser xwe. Heman koma ku êriş girtin ser xwe wiha gotin:" Me  `dagirkeriya Amerîkayê` li Iraqê hedef girt." Lê tu îsbat li ser îdiayên xwe nedan.

Tê îdîakirin ku ew kom girêdayî Hizbullah a Iraqê ku Îran piştgiriya wê dike ye. Li aliyekî din jî tê îdîakirin ku ew komeke nenas e û dibe ku di rastiyê de komeke bi vî awayî qet tune be jî.

Îranê jî roja sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ew li dijî kiryarên ku zirarê digihînin ewlekariya Iraqê ne. Her wiha îddîayên koma bi navê Seraya Ewliya El-Dem ên di derbarê  girêdana wê a bi Îranê re ku ragihandiye wê êriş pêk aniye, derewand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zade ji dezgehên çapemeniyê yên fermî re wiha gotibû: “Îran, mijara ewlehî û îstiqrara Iraqê ji bo herêmê girîng dibîne û hemû kiyarên ku ewlehî û aştiya Iraqê têk dibin, red dike û vê êrişê şermezar dike.”

ROLA DEWLETA TIRK DI TEVLIHEVKIRINÊ DE

Girêdayî mijarê mamosteyê zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî Dr. Raêd El-Mesrî wiha axivî: "Mijara Hewlêrê di nava pêşbirka dewletên herêmî de ye. Her dewletek hewl dide parekî bi dest xwe bixe da ku di pêşerojê de li ser maseya muzekereyan pêşkêş bike."

Raêd El-Mesrî diyar kir ku li gorî analîzan xuya dibe ku yê herî nêz ji vê buyerê re rola dewleta Tirk e ku dixwaze li Iraqê rewşê tevlîhev bike, ji ber ku li Sûriyê derî lê hate girtin. Bi taybet piştî ku li Sûriyê bi serperştiya Rûsyayê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dewleta Sûriyê ya Navendî de merheleyeke nû dest pê kir, hêz û zexta Enqereyê ya bandorkirina dosyaya Sûriyeyê jî hate lewazkirin."

TÊKILIYA DI NAVBERA ÊRIŞÊN HEWLÊR Û GARÊ DE

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 15`ê Sibatê de bi îdîayên ku PKK 13 sivîlên ku dîlgirtîbûn li Garê kuştine, gefên êrişên dagirkeriyê yên nû li ser Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê xwaribûn. Tişta balkêş ew bû ku êrişa li ser Hewlêrê piştî wan gefên Erdogan pêk hat. Lê PKK`ê îdîayîn Erdogan red kirin û tekez kir ku esîrên leşkerî, hêzên ewlehiyê û istixbaratên dewleta Tirk ku di girtîgehê de bûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin û çekên kîmyawî hatin bikaranîn. Her wiha PKK`ê diyar kir ku armanca dewleta Tirk kuştina dîlgirtiyan bû, ne xelaskirina wan bû.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE VALAHIYA AMERÎKAYÊ KEYSBAZ BIKE’

Raêd El-Mesrî got dewleta Tirk dixwaze di heman demê de her du hikumetên Iraq û Îranê bixe goşeyekê û wiha domand: "Ji ber ku bingeha çûnûhatina leşkerî ya Amerîkayê li ser xaka Iraqê teng bûye, Erdogan jî dixwaze vê valahiyê dagire."

Raêd El-Mesrî wiha bi dawî kir:" Ev êriş hewldana tevlihevkirina rewşa Iraqê ya ewlehiyê û parvekirina hebûna wê ya stratejîk e."

(cx-bx)

ANHA