'Li dijî dagirkeriyê divê em yekitiya neteweyî ava bikin'

Endamên Kongreya Star û meclisa PYD’ê ya Qamişloyê êrişa dewleta Tirk a li ser Garê şermezar kir û banga yekitiya neteweyî kir.

'Li dijî dagirkeriyê divê em yekitiya neteweyî ava bikin'
19 sibat, 2021   05:04
QAMIŞLO-NÛJIYAN ADAR

Di şeva 10'ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin. Êriş ji hêla bi hezaran leşkeran ve hate pêkanîn lê gerîlayên HPG’ê bersiv da û artêşa Tirk neçar ma vekişe.

Di wê derbarê de nêrînên endamên Kongreya Star û PYD'ê li Qamişlo hatin girtin. Endamên ku nêrînên wan hatine girtin, êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser axa Kurdistanê şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2021/02/18/201435_rojin-suleyman.webp

Endama Kongreya Star Rojîn Silêman tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze Împaratoriya Osmanî vejîne û armanca yekane ya dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e. Rojîn Silêman diyar kir ku divê tu kes bi dek û dolabên dewleta Tirk nexape û got: "Dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd bike dijminê hev, hewl dide xebatên yekitiya neteweyî asteng bike.”

‘ARTÊŞA TIRK TÊK ÇÛ’

/kr/uploads/files/2021/02/18/201456_selahattin-hilbo.webp

Hevserokê Meclisa Taxa Xerbî ya PYD'ê Selahattîn Hilbo got dewleta Tirk di dawiya operasyona xwe ya li Garê de têk çû û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de êrişên dagirkeriyê li Garê pêk anîn. Peyama ku bi vê êrişê ji gelê Kurd re hatiye dayîn, israra di qirkirinê de ye."

Selahattîn Hilbo li hemberî bêdengiya PDK'ê ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê got: "Axa Kurdistanê ne ya şexs û saziyan e. PDK xaka Kurdistanê tenê wekî xaka xwe dihesbîne û rê li ber êrişkariya Garê ya dewleta Tirk vekir. Îro heke dewleta Tirk bi hêsanî dikare li herêma Siyanê leşkeran dayne, ev yek encama siyaseta PDK'ê ye. Divê PDK êdî bibîne ku dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera Kurdan û dê dor were wê jî."

Hîlbo diyar kir ku divê PDK li dijî dagirkeriyê li cem têkoşîna azadiyê be û banga yekitiyê li Kurdan kir.

‘ARMANCA DEWLETA TIRK ASTENGKIRINA YEKITIYA NETEWEYÎ YE’

/kr/uploads/files/2021/02/18/201532_selam-abdullah.webp

Endama Kongreya Star Selam Ebdullah jî bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide pêşî li yekitiya neteweyî ya Kurdan bigire û got: "Her ku gelê Kurd qala yekitiya neteweyî dike û hewl dide di vî alî de gavan biavêje, dewleta Tirk a dagirker êrişî xaka Kurdistanê dike."

Selam Ebdullah diyar kir ku PDK jî bê bertek e û wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, ewlehiya sînorên xwe dike hincet. Garê 40 km dûrî sînorên dewleta Tirk e. PDK'ê jî PKK sûcdar kir ku aştiya li herêmê xira dike. Ev nayê qebûlkirin. Mafê PKK'ê heye ku bi xweparastinê bersivê bide êrişan."

ANHA