Rûsya dost û dijminên xwe lawaz dike, da ku tenê di hegamoniyê de bimîne

Destwerdana Rûsya  ya li Sûriyê hikumeta Şamê ya ku nêz mabû hilweşe rizgar kir. Lê Rûsya di encama hebûna Îran, Amerîka û dagirkeriya Tirk de li hember gelek astengiyan sekinî û serkeftinên stratejîk bi dest xistin.

Rûsya dost û dijminên xwe lawaz dike, da ku tenê di hegamoniyê de bimîne
19 sibat, 2021   03:58
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊXNÛR

Rûsya bi rêya rêzevetoyên xwe li dijî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên li ser hikumeta Şamê, bi awayekî neyekser destwerdanê li Sûriyê kir. Armanca Rûsya, parastina hikumeta Şamê ye. Yan jî dibe ku Rûsya xwest ev hikumet westiyayî be, da ku wê zêdetir bi kar bîne.

Siyaseta Moskovê ya li Sûriyê li şopdarên reşwa Sûriyê ne veşartî ye. Siyaseta Rûsya li ser esasî vehewandina tevahî hêzên aktîf ên li Sûriyê dest pê kir. Bi qasî karî ku tu şerên yekser ji destpêkê de bi tu aliyê re neke. Lê belê nakokiyên du alî di nava van hêzan de çêkirin, da ku wan lawaz û qels bike.

Îran ji rola Tirkiyê û Amerîkayê ya li Sûriyê ne razî ye, dewleta Tirk jî ji rola Amerîka û Îranê ne razî ye û Amerîka jî ji rola Îran û dewleta Tirk ne razî ye.

Bi vegera li destpêka destwerdanên Rûsya li Sûriyê re, gelek ajoyên Rûsyayê hene ku hişt destwerdanên wê li krîza Sûriyê zêde bibin, ku şerê çeteyên DAIŞ’ê bike. Moskov mîna DYA’yê dema dest bi oprasyonên xwe kirin, şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re bingeh girt.

Destwerdana yekser a leşkerî ya Rûsya li Sûriyê, piştî avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi serkêşiya DYA’yê û derbasbûna Washingtonê bi awayekî yekser krîza Sûriyê pêk hat.

Dibe ku destwerdana Rûsyayê wekî bersivdana avakirina vê koalîsyonê bû. Da ku para wê di şerê li dijî rêxistinên terorî yên cîhanê de hebe ku rewabûneke navneteweyî werbigire. Hin dibînin ku şerê li dijî rêxistinên terorî, bihaneya Moskovê ya ji bo piştgiriya hikumeta Şamê ya hilweşiyayî bû.

Biryara Moskovê ya çûna Şamê, ji hêla Kremilinê ve bi baldarî hatibû lêkolînkirin, nexasim piştî ku gelek derbeyên li dijî hevalbendên wê yên Muemer El-Qezafê li Lîbyayê û Sedema Hisên li Iraqê, pêk hat.

Ji ber vê yekê, divê mirovî ji gelek aliyan ve li armancên Rûsyayê yên ji vê gave binêre, têkildarî geşedanên li Sûriyê yên ku hema hindik mabû vegeriya çavkaniya derketina terora naventeweyî, bê guman ji hêla kesên qaşo navê wê Artêşa Sûriya ya Azad ve gelek derbe li derdora Şam, Laziqiyê û Helebê xistin û bi lez ew herêm ber bi hilweşînê ve birin, her wiha hêzên hikumeta Şamê li hember çeteyên DAIŞ’ê bi paş diketin. Piştre eşkere bû ku Hizbullah û komên Şîeyî yên dîtir piştevaniya hikumta Şamê dikir, li gel wê jî Pasdarên Îranê bi aliyê leşkerî piştevaniya wê dikir.

Bi vê re jî Moskovê xeteriyek hîs kir, nexasim ku azarên dîrokî yên hebûna terorê li derdora xwe dikişîne. Li aliyekî din jî Moskovê xwest ku bi wêneyekî bihêz ji goşeya stratejîk ve destwerdanê li qada navneteweyî bike, bi taybet piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê. Rûsya xwest ku bi rêya destwerdana li dewletên dîtir mîna Georgia, Ûkranya, Lîbya û Ermenistanê di vê dawiyê xwe îsbat bike, her wiha xwest bi rola xwe ya di peymana nukleerê ya Îranê jî de xurt bike. Bi wê re saziya Rand di analîzeke xwe de diyar kir ku ev destpêkeke cidî ya destwerdana Rûsya li qada navneteweyî ye.

WERGIRTINA HÊZÊN DÎTIR

Di hefteya yekê ya destwerana Rûsyayê de, hejmara derbeyên wê bi awayekî rojane zêdeturî 60 derbeyên asîmanî bûn, piranî ew derbe li dijî cihên çekdarên sûrî bûn û tenê ji sedî 5 derbe li dijî cihên çeteyên DAIŞ’ê bûn. Ji ber ku Rûsya û hikumeta Şamê DAIŞ’ê ji bo  xwe xetere nabînin. Ji ber xeteriya rastîn wê demê li gorî Rûsya û hevalbendên wê komên çekdar ên bi piştgiriya dewletên Ereb, dewleta Tirk, Brîtanya, Fransa û DYA’yê ye.

Da ku tecrûbeya Soveyetê ya li Afganistanê dubare nebe, Rûsya biryar da ku girîngiyê ji zêdetirî derbeyên bejahî bide derbeyên asîmanî û nekeve "çirava sûrî" ku nûnerê taybet a Amerîkayê ya berê bi Sûriyê James Jeffrey gotiye û hawîrdoreke aram ji bo fînansmenên Rûsya ava bike, da ku zirarên heta niha li qada Sûriyê çêbûne, tawîz bike.

Di destpêka destwerdanê de, Rûsya hewl da bi parçeyî be jî dewleta Tirk qels bike. Di destpêkê de Enqere balafireke Rûsyayê xist xwar û du taxên di balafirê de hatin kuştin, hindik mabû ku şer di navbera her du aliyan de çêbûba. Lê piştî vê bûyerê Rûsya cezayên aborî yên biêş li dijî dewleta Tirk ferz kir, li ser vê Erdogan lêborîn xwest.

Ji dema wê lêborînê de, têkiliyên tirkî-rûsî bi guhartineke cuda ve çû û hêdî hêdî Enqere bû alîgirê Rûsya li hember NATO û Washingtonê. Moskovê piştgirê dida dagirkirinên dewleta Tirk ên bakurê rojavayê Sûriyê mîna Carablus, Ezaz û Babê di 2016’an de, û dagirkirina Efrînê di 2018’an û dagirkirina Serêkaniya û Girê Spî di 2019'an de.

Serokê Rûsyayê destûr da dewleta Tirk da ku êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wan dagir bike. Armanca Rûsya ji vê yekê ew bû ku kurdan neçar bikin da ku alîkariyê ji hikumeta Şamê bixwazin, ji bilî wê jî Rûsya "Artêşa Sûriyê ya Azad" di şerên li dijî hikumeta Şamê li Heleb, Şamê û Idlibê de qels kirin. Di encamê de nakokiyên di hundirê NATO’yê de bi taybet di navbera Enqere û Washingtonê de zêde bûn û Rûsyayê jî di bingehê de ev yek dixwest.

Rûsya hewl dide bibe hêzeke sereke ku pêşeroja Sûriyê diyar bike, heke agirbestê tu guhartinên girîng bi xwe re neanîn. Serokê Rûsyayê daxuyand ku dê ji bo derxistina tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyê bixebite.

Til Avîvê hema bêje piştgirî dida pêkanînên Rûsyayê. Îsraîlê pabendiya hikumeta Şamê ya dîrokî ya parastina li ser aramiya Colanê ji dawiya şerê 1973’yan ve teqdîr dikin. Bê guman, kongreya El-Qudisê ya 24’ê Hezîrana 2019’an ku tê de şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên Îsraîl, Rûsya û Amerîkayê amade bûne, nîşaneya hevkariya bilind a di navbera her sê hêzan de ya têkildarî mayîna hêzên Rûsyayê li Sûriyê û derxistina hêzên dîtir, bi taybet Îranê bû. Li aliyekî din jî wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov bang kiribû ku divê li herêmê bi taybet li Sûriyê merheleyeke nû bê destpêkirin. Lavrov ji Til Avîvê re pêşniyar kir ku têkiliyên xwe bi Moskovê re berdewam bike, heke tu gefên li wê ji aliyê xaka Sûriyê de li hember wê pêk hatin, dê Rûsya beriya ku balafirên Îsraîlê derbeyan pêk bîne û qada Sûriyê armanc bike, li hemberê bisekine.

Li aliyekî din jî derbasbûna Rûsya bajarê El- Bokemalê ya nêzî sînorê Iraqê ku tevgerên hêzên Îranê lê hene, hewldaneke destekdayîna  Til Avîvê y.

Her wiha pêkanîna Rûsyayê dewriyeyên hevbeş bi hêzên hikumeta Şamê re li Quneyterayê peyameke hezkirinê ji Til Avîvê re ye. Ji ber ku li vî bajarî gelek kiryarên leşkerî yên Îranê yan jî wekaletên wê li dijî Îsraîlê pêk hatin. Bi wê re destnîşan dibe ku lihevkirineke rûsî-îsraîlê li ser rola Moskovê ya di krîza Sûriyê de, heye.

Dibe ku siyaseta "Parçe bike tû yê bi serbikeve" ya bi forma Rûsyayê, ya bi rêya derbekirina hêzên herêmî û cîhanî li dijî hev, heta asteke mezin bi ser ket. Niha Rûsya li benda kêliya guncaw e ku hegamoniya xwe ya yekalî li ser Sûriyê ferz bike.

(fr)

ANHA