Li Dêrazorê sûcekî din ê qetilkirinê

Li bajarokê Bisêra yê rojhilatê bajarê Dêrazorê sûcekî din ên qetilkirinê pêk hat.

Li Dêrazorê sûcekî din ê qetilkirinê
18 sibat, 2021   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Tekîhî yê girêdayî bajarokê Bisêra yê rojhilatê bajarê Dêrazorê kesên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûn, gule li ciwanê bi navê Newar Îbrahîm El-Nofel reşandin û qetil kirin.

Newar El-Nofel ji bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê ye.

Li aliyekî din, nêzî kenala avdanê ya bajarokê Şihêl bi guleyan êrişî erebeyeke QSD'ê hate kirin.

Li herêmê tedbîrên ewlehiyê hate xurtkirin, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê herdu bûyeran de lêpirsîn dane destpêkirin.

ANHA