Şêniyên Dirbêsiyê: Bersiva me ji pêşniyarên rêbertî re komplo vala derxist

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin, ew ê têkoşînê xurt bikin ta rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê azad bikin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Bersiva me ji pêşniyarên rêbertî re komplo vala derxist
18 sibat, 2021   17:01
HESEKÊ

22 salin li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn, ku armanca wê têkbirina fikir û felsefeya wî û îmhakirina hebûna kurdan bû.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin bi xwedîdketina gel li ramanê rêbertî komplo têk çû.

/ar/uploads/files/2021/02/18/154501_fqyh-hzrt.webp

Feqîh Hezret diyar kir ku rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ji bo rizgarkirina gelê Kurd ji pergalên hakim têdikoşe, fikir û felsfeya wî ya ku banga pêkanîna edalet û wekheviyê ji bo tevahî gelên bindest dike, li Rojhilata Navîn belav bû. Her wiha got, 15 Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e.

/ar/uploads/files/2021/02/18/154524_amynh-brw.webp

Emîra Biro komplo şermezar kir û got:"Rêber Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û jinan bi taybet têkoşînê dike. Tirkiye û dewletên ku beşdarî komployê bûn, ji ramanê rêbertî ditirsin, ji ber ku ramanê wî demokratîk e banga azadiya welatiyan ji koletiyê dike."

Emîra diyar kir ku dê têkoşînê xurt bikin ta rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê azad bikin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku erka xwe li hemberî kiryarên dewleta Tirk bi cih bînin.

/ar/uploads/files/2021/02/18/154613_aydh-shryf.webp

Îda Şerîf destnîşan kir ku daxwaza wan a tekane azadiya rêbertî ye û diyar kir ku rêbertîji bo rizgarkirina Kurdistanê û mafên gelê Kurd têdikoşe.

/ar/uploads/files/2021/02/18/154630_mhmd-slyman.webp

Mihemed Silêman jî got: "Ji bo azadiya rêbertî divê em bi hev re kar bikin. Bersiva me ji pêşniyarên rêber re komplo vala derxist."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M9Uy23TGjgQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>