Daxwaza hevdîtina bi rêbertî re dîsa hate redkirin

Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina rêber Abdullah Ocalan a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, hate redkirin.

Daxwaza hevdîtina bi rêbertî re dîsa hate redkirin
18 sibat, 2021   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana saetên sibê hate kirin, bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hate redkirin.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarisac û Newroz Ûysal bi muwekîlê xwe re piştî 8 salan bi şûnde 2-22’yê Gulan, 12-18’ê Tîrmehê û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anîbû.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta "Nexşeya rê" ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Eworpayê kiribû, di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.