Êzidiyên li Heleb û Şehbayê cejna Bêxwîn pîroz kir

Êzidiyên herêma Efrînê û Helebê cejna Xidir Îlyas (Bêxwîn) bi şahiyan pîroz kir.

Êzidiyên li Heleb û Şehbayê cejna Bêxwîn pîroz kir
18 sibat, 2021   16:04
ŞEHBA

Êzidî boneya Xidir Îlyas an jî bi Bêxwînê tê nasîn ku girêdayî dema çandinî û destpêka biharê ye pîroz kir.

Li Şehbayê Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê şahiyek bi beşdariya bi dehan êzidiyan li dar xist.

Destpêkê koma zarokan sirûdên ola êzidî xwendin. Piştre hevserokê Yekitiya Êzidiyan Mistefa Nebo axivî û wateya cejna Xidir Îlyas şîrove kir û wiha got: "Cejna Bêxwînê bi cejna çandinî û xwezayê tê nasîn, cejna bereket û çandinêyê bi dîroka mirovan û şofa erdê ve girêdayî  ye û ji kevn de heta niha tê pîrozkirin."

Dûvre endama Koordînasyona Jinên Êzidî Ayşe Hiso cejn pîroz kir û wiha axivî: "Em berxwedana ku ev 3 salin jin li kantona Şehbayê dimeşînin li jinên êzidî pîroz dikin û silavên germ ji vê cejnê ji rêber Abdullah Ocalan re rê dikin, ji ber fikir û felsefeya wî hişt ku em wek êzidî werin nasîn."

Ayşe Hiso wiha gotina xwe berdewam kir: "Ev cejn, cejna aştiyê ye, cejna xwestekên azadî, serkeftin û rizgarkirina her bihostek ji xaka dagirkirî ye. Em berxwedana êzidî pîroz dikin."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a kantona Efrnê Silêman Cafer wiha got: "Em vê rojê ku nîşaneya hêvî û xwezayê ye, li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Divê em êzidî rêber Abdullah Ocalan ji bîr nekin. Ji ber di dîrokê de tu kesî êzidî bi bîr nexist, em hatibûn ji bîrkirin. Lê bi saya rêber Abdullah Ocalan em ji nû ve dijîn."

Cafer da zanîn ku cara yekê di salên 90’î de rêber Abdullah Ocalan ji êzidiyan re got berpirsê olê xwe bin û parastina wê bikin, ji ber dê rojeke were ku li tevahî cîhanê, ew ol were itîrafkirin.

Şahî bi stranan û belavkirina Bêxwînê li ser şêniyan bi dawî bû.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y0bsVcinej4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

HELEB

Li Helebê jê êzidiyan bi cejna Xidir Îlyas bi beşdariya tevahî pêkhateyan bi diruşma"Cejna Xidir Îlyas sembola hezkirin û aştiyê ye" pîroz kir.

Di şahiyê de pêkhateyên taxa Şêxmeqsûdê, nûnerên ji Nivîsgeha Malbenda Olan, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di şahiyê de du endamên Yekitiya Êzidiyan a Helebê Ranya Cafer û Hîşam Ehmedo bi zimanên erebî û kurdî axivîn û destnîşan kir ku ev cejn pîroz e, ji ber nirxên pîroz dihewîne û banga hêviya belavkirina xêr û aştiyê li tevahî cîhanê dike.

Kesên axivîne diyar kirin ku girêdana xurt a di navbera xweza û ola êzidî de hişt ku cejn di demsalên xêr û bereketê de li dar bikevin. Her wiha hêvî kirin ku bi cejnê re aştî li tevahî herêmê belav bibe û bibe sala azadiya rêber Abdullah Ocalan û sala serkeftina li dijî terorê û piştgirên wê.

Piştre Şêx Qenber ji yek şêxên ola êzidî ya Helebê dema xwarinê piştî 3 rojên ji rojiyê ragihand.

Dûvre hejmarek ji zarokan gotinên olî yên taybet bi cejnê xwendin û şahî bi belavkirina Bêxwînê dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9iAUf8mA09w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>