PYD`ê êrişên li Hewlêrê şermezar kirin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) êrişên li ser Hewlêrê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gelê Başûrê Kurdistanê re nîşan da.

PYD`ê êrişên li Hewlêrê şermezar kirin
17 sibat, 2021   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên pêr ên li Hewlêrê, Meclisa Giştî ya PYD`ê duh bi daxuyaniyekê banga parastina destkefiyên ku bi saya keda şehîdan hatine bidestxistin, kir.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Careke din dixwazin îradeya gelê Kurd û destkefiyên wî têk bibin. Dema êriş bi ser herêma Garê de pêk dihat, Hewlêr jî topbaran kirin.

Em wek PYD`ê êrişa li dijî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin, her wiha em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin. Armanc ji êrişa li ser Hewlêrê ew e ku destkeftiyên gelê me li Başûrê Kurdistanê têxin nava xetereyê. Em diyar dikin ku armanca wan derxistina tevliheviyê ye. Ji ber wê jî pir girîng e ku hêzên li pey vê êrişê, werin diyarkirin û di zûtirîn demê de hesab ji wan were xwestin.

Êrişa li ser Garê, paşê êrişa li ser Hewlêrê û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê, hemû îsbat dikin ku xetereyek li ser me gelê Kurd heye. Ji ber van xetereyan divê em yekitiya nîştimanî ava bikin û zêdetir xwe  xurt bikin.

Armancên hêzên êrişkar tunekirina hebûna Kurdan û nasnameya wî ye û wan bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin. Ji ber wê jî divê em yekdest bin da ku destkeftiyên gelê xwe ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxisin, biparêzin.

Em bi gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê re ne û em ê di nava hemû zehmetiyan de destê alîkariyê dirêjî wan bikin."

(bx)

ANHA