Li Heleb û Şehbayê zêdetirî 55 hezar îmze hatin komkirin

Ji ber sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên li Efrînê pêk aniye, jinên Heleb û Şehbayê 55 hezar û 170 îmze kom kirin da ku Erdogan ji ber van sûcan, were dadgehkirin.  

Li Heleb û Şehbayê zêdetirî 55 hezar îmze hatin komkirin
17 sibat, 2021   14:15
ŞEHBA

Tevgera Jinan a li Ewropayê (TJE- E) di 25'ê Mijdarê de hemleya "Sed Hezar Îmze Ji Bo Se dSedem Dadgehkirina Erdogan" da destpêkirin, da ku edalet bi rêya dadgehkirina Erdogan ku sûcedarê sereke yê sûcên qirkirina jinan, pêk were.

Armanca hemleyê eşerekirina siyaseta qirkirina jinan ya ku AKP'ê, pêk tîne.

Wekî berdewama vê hemleyê, Kongreya Star li herêma Efrîn, Şehba û bajarê Helebê ji bo cezakirina Erdogan, îmze kom kirin.

Li kantona Şehbayê (34 hezar û 626), li bajarê Helebê (20 hezar 544) îmze hatin komkirin.

Piştî bidawîkirina komkirina îmzeyan, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê, Fatimê Silêman got: "Ji bo piştgiriya hemleya ku ji hêla jinên Ewrûpayê ve hatiye destpêkirin, li herêma Şehba me îmze kom kirin."

Fatime Silman wiha domand: "Ji bo dadgehkirina Erdogan ji ber sûcên wî, me 34 hezar û 626 îmze kom kirin. Ev îmze dê radestî Komîteya Têkiliyan bibin ji bo bigihêjin Tevgera jinên li Ewrûpayê."

Fatime Silêman piştrast kir ku bi saya felsefe û fikira rêber Abdullah Ocalan, jinên Rojhilata Navîn mafên xwe nas kirin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y9vHgiCmQ8E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>