Hêzên hikumeta Şamê 7 bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê 7 bajarokên gundewarên başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê 7 bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin
17 sibat, 2021   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitîra, Kensefra, Sifuhin, Filêfil, Riwêha û Benîn ên li başûrê Idlibê, her wiha El-Enkawî li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê kirin armanc.

Her wiha di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de, êrişên bi çekên giran li derdora El-Enkawî ya li bakurê Hemayê pêk hatin.

(dx)