‘Ronahî Tv şoreşa Rojava pênase kir‘

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê nêzîkatiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê ya qedexekirina vekirina buroya Ronahî Tv li başûr şeremzar kirin  û gotin, Ronahî Tv şoreşa Rojava gihand raya giştî û ji bo çareserkirina doza kurdî, dixebite.

‘Ronahî Tv şoreşa Rojava pênase kir‘
16 sibat, 2021   01:43
HESEKÊ

Rêveberiya Ronahî Tv di daxuyaniyekê de ku di 3`yê Sibatê de li ser malpera xwe ya fermî belav kir got, wan ji Mijdara 2020`an ve daxwaznameya vekirina buroya xwe li Başûrê Kurdistanê radestî rayedarên hikumetê kirine, lê Asayîşa Hewlerê heta niha daxwazname erê nekiriye.

Rêveberiyê destnîşan kir ku tevî ku wan belgeyên pêwîst û ruxset ji saziyên pêwendîdar ên hikumeta Iraqê girtine, lê Asayîşê hikumeta Başûrê Kurdistanê vîrusa korona û nelidarxistina civînê dike hincet da ku karê Ronahî Tv li ser xaka Başûrê Kurdistanê qedexe bikin.

Rêveberiya Ronahî Tv di daxuyaniya xwe de ev nêzîkatî şermezar kir û got: "Em vê helwestê di cih de nabînin û dixin rêza binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna fişarê li ser dezgehên ragihandinê."

Li ser mijarê, rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê gotin, qedexekirina xebata kenaleke kurdî li ser xakeke kurdî nakeve xizmeta gelê Kurd, ji ber kku Ronahî Tv ji bo dengê kurdan bighîne raya giştî, dixebite.

Nivîskar Ekrem Derwîş wiha got: "Kenala Ronahî kaxezên xwe yên fermî pêşkêş rêveberiya Asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê kir. Çima ruxsetê nade wê da ku mîna kenalên dên li Başûrê Kurdistanê bixebite."

Derwîş destnîşan kir ku herêma Başûrê Kurdistanê parçeyek ji xaka Kurdistanê ye, Ronahî Tv kenaleke kurdî, bi zimanê kurdî weşanê dike, armanca wê ku dengê gelê Kurd bighîne raya giştî û diyar kir ku Ronahî Tv ji bo doza kurdî dixebite û ji aliyê gel ve tê hezkirin.

Ekrem Derwîş bang li hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike, ruxsetê bide Ronahî Tv û wiha domand:  "Derfetnedayîna ji kenaleke kurdî ku li ser xakeke kurdî bixebite ji hikûmeta Başûr re cihê rexneyê ye."

Helbestvan Emel Hemo jî wiha axivî: "Bi hezeran kes li Ronahî Tv tamaşe dikin. Ji ber ku ew kenaleke kurdî bi zimanê kurdî weşanê dike. Gelo çima ruxstê nadin.?"

Emel Hemo tekez kir ku girîngiya Ronahî Tv li gel gelê Kurd pir mezin e, ji ber wê şoreşa Rojava gihand raya giştî û ji bo doza kurdî dixebite.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5wzs3_ocs58" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>