Nexşerêya hegemonyaya dewleta Tirk… xetere li ber deriyên dewletên Ereban e

Çalakvan û siyasetmedar didin zanîn ku propagandaya nexşerêya herêmên hegemonyaya dewleta Tirk a 2050`an ne pêkan e pêk werin û ne rewa ne. Her wiha niyetên kirêt ên Erdogan ên girêdayî firehkirina qada dagirkirinê li welatên Ereban diyar dikin. Çalakvan û siyasetmedaran piştrast kir ku dê dewletên Ereban bi xetereya dewleta Tirk re rû bi rû bimînin.

Nexşerêya hegemonyaya dewleta Tirk… xetere li ber deriyên dewletên Ereban e
16 sibat, 2021   03:57
NAVENDA NÛÇEYAN-EMENÎ EZAM

Kanala TRT1 a girêdayî hikumeta Tirk roja şemiyê, nexşerêya hegemonyaya dewleta Tirk a 2050`an weşand. Ev nexşerê pêşbiniyên sedsala 21`an a pirtûka lêkolînerê siyasî yê amerîkî George Friedman ê damezirînerê Navenda Stratfor a lêkolînên siyaseta navneteweyî, bi bîr dixe.

Di pirtûkê de ku sala 2009`an hatiye weşandin, pêşbiniyên girêdayî rewşa jeopolîtîk a cîhanê ya sedsala 21`an, pêşketina wê û guhertina pîvanên hêzan di sedsalên bê de, hatine bibîrxistin.

Navenda Stratfor; navendeke lêkolînên stratejîk û ewlehiyê yên Amerîkayê ne. Saziyek taybet e û girêdayî îstixbaratê ye û di çapemeniya Amerîkayê de wek Ajansa Îstixbarata Navendî ya Sîber (Shadow CIA) tê naskirin.

Ji lew re hat gotin ku nexşerê ya CIA`yê ye ku di bingehê de li gorî pêşbiniyên Friedman hatiye xêzkirin.

DEWLETÊN DI NEXŞERÊYÊ DE

Di nexşerêyê de ku kanala tirkî belav kiriye; Sûriye, Iraq, Urdin, Misir, Lîbya, Nîvgirava Erebî, Yewnanistan, herêma Qafkasya, hinek herêmên li başûrê Rûsyayê, Qirim, rojhilatê Ûkraynayê, beşên ji Qazaxistan û Tirkmenistanê yên li ser Deryaya Xezarê hene.

Ji ber ku Îran û Îsraîl di vê nexşerêyê de tune ne, nakokiyek li ser qada siyasî ya erebî çêbû.

MUDAXELEYÊN DEWLETA TIRK

Di çend salên dawîn de, dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe û bi bikaranîna komên terorîst, mudaxele li gelek dewletên Rojhilata Navîn kir. Bi rêya Îxwan Muslimîn mudaxele li Misirê kir lê bi bin ket. Bi rêya çeteyên xwe mudaxele li Sûriyê kir û çeteyên sûrî şandin Lîbya û Qerebaxê. Bi rêya avakirina baregehan li herêmên di bin kontrola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li Başûrê Kurdistanê mudaxele li Iraqê kir. Bi rêya piştgiriya komên El-Qaîde mudaxele li Qazaxistan û Tirkmenistanê kir. Her wiha mudaxele li Somalî, Sûdan, Yemen û Qerebaxê jî kir.

NAKOKIYÊN HERÊMÎ Û DEWLETA TIRK

Endamê Nivîsgeha Rêveber a Yekitiya Rojnamevanan a Iraqê û Şêwirmendê Ragihand û Çandê Elaa El-Ezawî dibêje li gel rewşên siyasî yên navneteweyî û guhertinên herêmî yên nearam li herêma Rojhilata Navîn, nakokiya Amerîka-Îran û Îsraîlê li herêma Rojhilata Navîn, dewleta Tirk wek hêzeke çaran li ser vê qadê derket ku dixwaze xewnên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn vegerîne.

El-Ezawî wiha domand: “Mudaxeleyên dewleta Tirk di kar û barên Sûriyê û Iraqê de, dagirkirina yekser a axa Iraqê li bakurê Iraqê bi hinceta tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), avakirina baregehên leşkerî li gel bêdengiya erebî, hikumetê û herêmî ya diyar, rê li pêşiya wê û gelek dewletên ku tune bûne, vekir.”

‘XETERE TEQEZ DÊ WERE’

El-Ezawî destnîşan kir ku fikra dewleta Tirk ku xewnên xwe di serdemên bê de pêk bîne, xetereyeke rastîn e ku dê were û divê dewletên Ereban çareseriyekê bibînin.

Elaa El-Ewad El-Ezawî piştrast kir ku heke dewletên Ereban niha nebin yek, mîna tecrubeya Yekitiya Ewropayê, teqez xetere dê were.

`ÎXWAN MUSLIMÎN PROPAGANDAYA WÊ DIKIN`

Çalakvana siyasî ya ji Urdinê Ranya Hedadîn destnîşan kir ku nexşerêya ku hatiye belavkirin, Îxwan Muslimîn propagandaya wê dikin ku bi hatina 2050`an re ew herêm ên hegemonyaya dewleta Tirk in, îsbat jî ew e ku nexşerê di çarçoveyeke giştî ya Dewleta Osmanî de hatiye pêşkêşkirin. Ranya diyar kir ku ew şaşwaz maye ku vê nexşerêyê ewlehiya Îsraîlê parast û ji nexşerêyê derxist.

Ranya wiha domand: “Ji ber du sedeman Îsraîl ji nexşerêyê hat derxistin. Yan lihevkirinek heye ku bi Îsraîlê re tê plankirin da ku herêm li gorî serdestiyekê ava bibe ku Îsraîlê diparêze. Yan jî ji ber berjewendiyên hevbeş di çarçoveya zextên li ser Tirkan de ye. Li aliyekî din, Îran jî ji vê nexşerêyê hatiye derxistin, ev yek teoriya min a yekemîn a Dewleta Osmanî piştrast dike. Çimkî dewleta Tirk welatekî îslamî ye, divê nexşerê bi rêbazeke gelemperîtir were guhertin. Ji bilî wê jî, nebaweriyek bi armanca dewleta Tirk heye ku dewletên îslamî di bin alekê de bike yek.”  

Ranya da xuyakirin ku nexşerê bi xeyalan hatiye çêkirin, ji ber ku dewletên hevalbend ên li Rojhilata Navîn ên herî bi hêz in û dê piştgiriya hevalbendên xwe bikin, mîna ku li Sûriyê rû dide, di pêvajoya bê de dewleta Tirk dê lawaztir bibe, li gel avabûna partiyeke nû ku dê hukmê Erdogan û partiya wî serobin bike. 

Nivîskarê siyasî yê Misirê Cemal Zaêf jî da zanîn ku propagandaya wan xewnên ne pêkan û ne rewa ne, niyatên kirêt ên Erdogan ên girêdayî firehkirina qada dagirkirinê li herêmên Ereban diyar dike. Zaêf diyar kir ku ew li ser asta çapemeniyê jî bi bin ketiye, nexasim ku amûrên propagandaya pergala Tirk nekarîn hundirê Tirkiyê bi sedemên bêmentiqî yên binketina aboriyê yan jî kuştina ciwanên Tirk li Sûriyê, Lîbya, Qazaxistanê û gelek herêmên ku mudaxele lê kirine, îqna bikin.

Zaêf da zanîn ku ev nexşerê, hewldaneke nû ye ku dilê kesên xwediyên fikrên tundraw ji bo gurkirina şerên îdeolojîk xweş bike. Her wiha aliyên rastîn ên ku DAIŞ`iyan û komên din ên tundraw ên xwedî heman armancî bi kar tînin û ji bo pêkanîna xewnên Erdogan şerê wekîlan dikin, eşkere dike.

‘MISIR HÎNA JÎ LI SER HEGAMONIYA TIRKIYÊ LI HERÊMÊ HIŞYARÎ DIDE’

Nivîskar û rojnamegerê misirî Mehmûd Besyonî got, tiştê di nexşeya ku kanala TRT de ku beriya çend rojan hatiye pêşkêşkirin ku hegamoniya dewleta Tirk li herêmên Rojhilata Navîn, Yewnanistan û parçeyên Rûsya di 2050’î de diyar dibe, hişt ku Misir ji salên dirêj hişyariyê li ser planên hegamoniya dewleta Tirk bide ku aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn derbe dike.

Besyonî piştrast kir ku dewleta Tirk û Îran hewl didin Rojhilata Navîn û dewletên Kendavê di nava xwe de parve bikin, ev yek bi taybet piştî ku DYA’yê dest bi plana xwe ya vekişîna ji Rojhilata Navîn di dawiya serdema Obama de kir û xwe ji şerê aborî û siyasî yê Çîn li rojhilatê Asyayê re vala kir, pêk hat.

Nivîskar û rojnamgerê misirê diyar kir ku tiştê di nexşeyê de hatiye ji pirtûka "100 salên pêş" a nivîskarê George Friedman ê damezrînerê navenda Stratfor a lêkolînan hate girtin û got: "Di pirtûka George Friedman de tê gotin, dê  guhertinên geosiyasî li cîhanê çêbibin û Rojhilata Navîn têkeve bin hegamoniya dewleta Tirk. Lê ev yek jî dê bi rêya serweriya dewleta Tirk a li komên Îxwan El-Mislimîn ên terorî yên ku li gelek dewletên ereb belav bûne, pêk were û mîrasa Osmanî ya hilweşiyayî vegerîne.

Nirxandina George Friedman a pêşerojê xwe dispêre xwendina tevgerên Erdoganî yên li herêmê û destwerdanên wan yên bêserûber ên li kar û barên dewletên Rojhilata Navîn careke din projeya Obama tîne bîra mirov ku Erdogan dixwaze Îxwan El-Mislimîn li dewletên ereb xurt bike. Ew jî piştî krîza hilweşîna rejîman a 2011’an de pêk hat. Dewleta Tirk jî di wê demê de dest bi tecrûbeya têkbirina komên tundraw bi rêya forma laîk kiribû, da ku tev li YE’yê bibe. Lê tecrûbeya Erdogan bi her pîvanan ne cidî bû, derbaya ku li Tirkiyê ya li dijî mîrasa Ataturk a laîk delîkê vê yekê ye."

 ‘GEORGE FRIEDMAN Û OBAMA RADESTÎ TIŞTA KU ÎXWANAN DI MEJIYÊ ROJAVAYAN DE ÇANDIYE, BÛN’

Mehmûd Besyonî da zanîn ku George Friedman û Obama radestî tişta ku Îxwanan di mejiyê rojavayan de çandiye bûn ku ew jî berdêla desthilata amade ne û dê têkiliya wan bi dewleta Tirk re dibe ku forma xîlafeta kevn vegerîne. Da ku li pêş serweriya Îranê ji aliyekî ve û projeyên berfirehkirinê yên Rûsya û Çînê ji aliyekî din ve bibe dîwarê pêşîlêgirtina siniyan.

Nivîskar û rojnamegerê misirî destnîşan kir ku projeya ku hatiye pêşniyarkirin mafên gelan di diyarkirina çarenûsa xwe de paşguh dike û ew hêz çi Îran çi jî dewleta Tirk dibe bila bibe fêrî bikaranîna terorê û milîsên çekdar bûne ku şeran de bi kar bînin û bi dawî bikin. Ew her du jî, olê ji bo nixumandina niyetên xwe yên mêtîngeriyê bi kar tînin.

Besyonî wiha gotina xwe berdewam kir: "Tiştê ku wan projeyên mêtîngeriyê asteng dike, hebûna dewlet û artêşên bihêz  in ên li hember wan disekinin, di serî de jî artêşa Misirê. Artêşa Misirê ragihand ku ew li dijî projeyên hegamoniyê yên dewleta Tirk e. Ew jî dema serok Abdulfetah El-Sîsî xeta sor a nakokiyên li Lîbyayê nexşe kir pêk hat, bi wê re jî ragihand ku Misir dê li hember projeya berfirehkirinê ya bi xwespartina li rêxistina Îxwan a terorîst bisekine. Ev jî tê destnîşankirin ku dewleta Tirk endamên Îxwan ên terorî dihewîne û piştgiriya mezin a ji çapemeniya komên terorîst re dike, da ku kedên geşkirin û pêşdeçûnê li Misirê bi bin bixin."

Rojnamegerê misirî Mehmûd Besyonî hişyarî li ser nexşeya ku kanala TRT6 belav kiriye da û wiha pê de çû: "Ev nexşe îşaret bi xeteriyekê li hember Rojhilata Navîn, herêma ereb û projeya nîştimanî ya ku piştî serxwebûna ji mêtîngeriya kevn hilweşiyaye dike. Her wiha tevgerên dewleta Tirk û destwerdana wê li Lîbya, Tûnis û Somalê bi hewldana dorpêçkirina hêzên erebe yên li dijî projeya dewleta Tirk in.

Mehmûd Besyonî behsa bêdengiya Amerîkayê li ser angaştên dewleta Tirk kir û piştrast kir ku bêdengiya Amerîkayê li ser angaştên dewleta Tirk û destwerdanên Îranê, herêmê bi demekî dirêj radestî projeyên Çîn-Rûsya ya dike. Dê ev jî bandorê li berjewendiyên wan bike.

 ‘DÊ XEWNÊN ŞIYARBÛNÊ DI DEMEKE NÊZ DE TÊK BIÇIN’

Analîzvanê siyasî yê lîbyayî Ridwan Fîtorî behsa berjewendiyên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û osmaniyên nû kir û destnîşan kir ku kesê destwerdana Erdogan li van dewletan(Sûriye, Iraq, Urdin, Lîbya û Misirê) dibîne baş dizane ku berjewendiyên vî Osmanî ji sînorê xwe û welatekî din zêdetir in.

Fîtorî wiha got: "Erdogan li her welatekî, tiştekî cuda pêk tîne. Li welatekî xwe dike emîrê mislimanan, li welatekî din xwe parêzvanên aştî û piştgirê demokrasiyê dihesibîne, da ku bi wan bihaneyan destwerdanê li kar û barên dewletan bike. Erdogan bi destwerdana li dewletan biryarên NY’yê û civaka navneteweyî bin pê dike, lê ev binpêkirin, di encama piştevaniya Rûsya ya mezin û piştgiriya kûr a ji rêveberiya Amerîka ya berê de pêk tê."

Ridwan Fîtorî hişyarî li ser dînbûna mezinahiyê ya Erdogan hişyarî da û wiha domand: "Erdogan bi vîrusa dînbûna mezinahiyê ketiye û ew xwe dihesibîne ku mîna pêla wêranker e ku tu kes nikare li hemberê bisekine. Ev jê re destpêka dawî ye, bidawîbûnek ji hundir û bidawîbûnek ji derve. Dewleta Tirk niha piştî hilweşîna lîreya Tirkiyê azarên hundirîn dikişîne û artêşa Tirk jî ji bîr nake ku çawa Erdogan ew pêxas li kolanên Stenbolê meşandin. Erdogan bi rêya destwerdanên li kar û barên dewletan bi taybet Sûriyê û Lîbyayê dixwaze ji krîzên hundirîn bireve û derxe derve.

Fîtorî li dawiyê gotina xwe diyar kir ku Erdogan di Lîbyayê de xelasiya xwe ji tevahî aloziyên xwe yên hundirîn dibîne û dibîne ku ew kevrê bingehîn ê serweriya li ser parzemîna Afrîkayê ye. Lê ev xewnên hişyarbûnê ne, dê di demeke nêz de têk biçin.

ANHA