Balafirgeha Hewlêrê hate girtin

Piştî êrişa bi moşekan, parêzgeha Hewlêrê ya paytexta Başûrê Kurdistanê belafirgeha xwe ya navneteweyî girt. Li aliyekî din jî desthilatana Başûrê ragihand ku wan dest bi lêpirsîna li ser çavkaniya moşekan kiriye.

Balafirgeha Hewlêrê hate girtin
15 sibat, 2021   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bersivdana Koalîsyona Navneteweyî ya gelek moşekan, tevgera balafirgeha Hewlêrê ya Navneteweyî rawestî. Di heman demê de helîkopterên Amerîkayê li asîmana belafirgehê ne û li çavkaniyên avêtina moşekan digerin.

Berpirsê PDK’ê Hoşyar Zîbarî got lêpirsînên der barê çavkaniyên avêtina moşekan de berdewam in.

(fr)