HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr û nûnertiyên partiyên siyasî nivîsgeha xwe li bajarê Dêrikê vekir.

HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
HRRK'ê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir- HATE NÛKIRIN
12 sibat, 2021   16:41
QAMIŞLO

Merasîmê vekirina nivîsgehê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir vekirina nivîsgehê pîroz kir û hêviya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî kir.

Bekir destnîşan kir ku ji ber vîrusa koronayê vekirina nivîsgehê dereng ma û got, ev nivîsgehê dê li pêşiya rewşenbîr û wêjevanan vekirî  be û dê ji îro ve çalakî xebat lê were kirin.

Ji rêveberên HRRK'ê Mehmûd Ebdo jî got: "Nivîsgeh dê tevahî çalakiyên fikirî yên li ser çanda kurdî û ya cîhanê pêşkêş bike ku yek ji armancên HRRK'ê ye."

Berpirsê Komîteya Çalakiyan a HRRK'ê Ehmed Huseyîn behsa dîroka damezirandina HRRK'ê kir û diyar kir ku HRRK piştî nîqaşên bi gelek rewşenbîrên li Rojava û derveyî wê re anku piştî serhildana Qamişlo ava bû û got, HRRK'ê ji roja yekemîn ve  heta niha 91 çalakiyên çandî û mîhrîcanên mezin li dar xistine.

Di merasîmê de gelek axaftinên din, di nav de  bi navê Partiya Azadî ya Kurdistanê – Sûriyê û Platforma Gel û gelek nivîskar hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de pirtûk li beşdaran hatin belavkirin û stranên foklorî hatin gotin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oOKaRkptlWE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>