Piştî Qanûna Çarçoveyê, hemû çav li ser desteyê ne: Ji 24’ê Tebaxê vir ve çi qewimiye?

Di 24’ê Tebaxê de civata yekem a desteya ku bi Serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz civîna yekem hat lidarxist. Biryar hat dayîn ku çar desteyên jêrîn bên avakirin. Lê heta niha derbarê kesên ku dê di van desteyan de cih bigirin daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Piştî Qanûna Çarçoveyê, hemû çav li ser desteyê ne: Ji 24’ê Tebaxê vir ve çi qewimiye?
29 tebax, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Çarçoveyê ya ku di nav raya giştî de bi navê Qanûna 7595 a “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” di Civata Giştî ya Parlamena Tirkiyeyê de di 10’ê Tebaxê de bi 467 dengan hat pejirandin. Li gorî qeydên parlamento, qanûn di 11’ê Tebaxê de ji bo Serokatiya Komarê hat şandin, di 17’ê Tebaxê de ji Serokatiyê vegeriya û di 18’ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di Xala qanûnê ya 7’an ji bo şopandin û nirxandina sepandina qanûnê, desteyek di serokatiya Cîgirê Serokê Komarê de bê avakirin. Endamên bingehîn ên desteyê ev in: Wezîrên Dadê, Derve, Hundir û Parastina Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokatiya Komarê, Serokê MÎT’ê û Sekreterê Giştî yê MGK’yê.

Li gorî heman xala qanûnê, deste dikare dema pêwîst bibîne desteyên jêrîn ava bike; nûnerên wezaran, saziyan û dezgehên cuda û her wiha “kesên ku pêwîst têne dîtin” dikarin werin vexwînin civînan.

24’Ê TEBAXÊ ÇAR DESTEYÊN JÊRÎN HATE AVA KIRIN

Di 24’ê Tebaxê de deste di serokatiya Cîgirê Serokê Komarê Cevdet Yılmaz de li Enqerê  Beştepeyê civîna yekem hat li dar xist.

Civîna ku nêzîkî sê saet û nîv dewam kir, bi beşdariya Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Hundir Mustafa Çîftçî, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokatiya Komarê Hakki Susmaz, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê MGK’ê Okay Memiş hat lidarxistin.

Piştî civînê hat ragihandin ku çar desteyêm jêrîn dê bên avakirin:

Desteya Koordînasyona Karên Dadî û Hiqûqî

Desteya Şopandin û Tespîtê

Desteya Yekbûyîn û Ahengbûna Civakî

Desteya Bêçekkirinê û Koordînasiyona Stratejîk

KOMÎSYON DÊ ÇAWA BIXEBITIN?

Pergala ku qanûnê pêşniyar dike du xalin

Xala yekem desteya sereke ya ku di serokatiya Cîgirê Serokê Komarê ku sepandina pêvajoyê bişopîne, nirxandinê û di navbera saziyên dewletê de koordînasyonê pêk bîne.

Di xala duyem de jî çar desteyên jêrîn hene. Xala 7’an a qanûnê destûr dide ku ev deste bên avakirin, lê hemû endamên wan yek bi yek di nivîsa qanûnê de nehatine diyarkirin. Ev qanûn destûr dide ku dema pêwîst bibîne nûnerên saziyên cuda yên dewletê û “kesên ku pêwîst têne dîtin” beştarê civînê bibin.

Kesayetên ku nûnerên civaka sivîl, akademîsyen, hiqûqnas û pisporên ji beşên cuda yên civakê di pêvajoyê de ji aliyê qanûnî ve gengaz e.

ÇIMA NAVÊN ENDAMAN NEHATIN RAGIHANDIN?

Heta niha agahiyên fermî yên gihîştine raya giştî nîşan didin ku di civîna 24’ê Tebaxê de biryara avakirina desteyan hatiye dayîn, lê endamên dawî yên komîsyonan nehatine ragihandin.

Lê li gorî tabloya heyî, çend ihtîmalên cuda derdikevin pêş: amadekirina rêbazên xebata desteyan, diyarkirina saziyên dewletê yên ku dê di desteyên cuda de cih bigirin û bi taybetî diyarkirina kesên ku dê di mijara bêçekkirinê de erk bigirin dibe ku hê nehatibe temamkirin.

RÊBER ABDULLAH OCALAN Di KÎJAN DESTEYÊ DE CIH BIGIRE?

Ji bo vê pirsê niha du bersiv hene: bersiva fermî hê tune ye; lê hêviya DEM Partiyê heye.

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan dema ku bi rojnamegeran re civiyabû gotibû ku Rêber Ocalan dê di yek ji desteyên jêrîn ên ku dê bên avakirin de cih bigire. Li gorî nirxandinên ku piştî civatê ketine raya giştî, tê hêvîkirin ku ew di Desteya Bêçekkirinê û Koordînasiyona Stratejîk de cih bigire.

DAXUYANIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN A

Peyama Rêber Abdullah Ocalan ku bi rêya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê gihişt raya giştî, bû yek ji mijarên sereke yên pêvajoyê.

Di payama Rêber Apo hat ragahandin ku heta niha tu notên civînan, belge, nav û gotinên ku ji aliyê wî ve nehatine gotin wekî rast tên nîşandan, ne rast in û da diyar kirin ku ev yek ji aliyê “dijberên pêvajoyê” ve wekî hewildanên provokatîf hatine amadekirin.

Di heman daxuyaniyê de Rêber Abdullah Ocalan civîna yekem a desteyê di 24’ê Tebaxê de wekî nîşaneya pêşketina pêvajoyê nirxand.

HEYETA ÎMRALIYÊ YA DEM PARTIYÊ BI ROJNAMEVANAN RE CIVÎYA

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, Gultan Kişanak û Çetîn Arkaş li Enqereyê a bajarê Tirkiyeyê bi rojnamevanan re civiyan û bersiva pirsên wan derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê da.

Yek ji mijarên sereke yên civînê jî rola Rêber Abdullah Ocalan di mekanîzmayên nû yên desteyan de bû. Mîthat Sancar di wê civînê de gotibû ew hêvî dikin ku Rêber Abdullah Ocalan di desteya ku di warê bêçekkirinê û koordînasyona stratejîk de dixebite, roleke çalak bigire. Lê Sancar destnîşan kir ku ev dawî nîne tê hêvîkirin ku biryara dawî ji aliyê desteya sereke ve bê dayîn.