Rûspiyê êla El-Hews: Êrişa li dijî Garê bi hevkariya hikumeta Iraq û Kurdistanê pêk hat

Rûspiyê êla El-Hews, şêx Deham El-Şiblî got, êrişa li dijî Garê li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter e. Her wiha îşaretpê kir ku ev êriş bi hevkariya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk hat. El-Şiblî bang li rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên li Iraqê kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê bisekinin.

Rûspiyê êla El-Hews: Êrişa li dijî Garê bi hevkariya hikumeta Iraq û Kurdistanê pêk hat
13 sibat, 2021   03:47
REQA-EHMED EL-ELÎ

Dewleta Tirk di çarçoveya planên xwe yên mêtîngeriyê yên li herêmê de, her tim mudaxeleya kar û barên dewletên cîran dike. Di 10`ê Sibatê de êrişî herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê kir. Li gel bêdengiya hikumeta Iraqê, bi balafiran û leşkeran êrişî herêma Garê kir.

Der barê mijarê de rûspiyên êla El-Hews, Şêx Dehan El-Şiblî ji ANHA`yê re axivî û got, sûcên dewleta Tirk ji Efrîn, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê destpê kirin û niha jî hewl dide Garê dagir bike.

El-Şiblî da xuyakirin ku dewleta Tirk bi îdiayên nerast mîna şerê li dijî Partiya Karkeran Kurdistanê ku bi rêxistineke terorîst tawanbar dike, derbasî herêmê bû. Lê ev îdia ne rast in û hewl dide fîtneyan di navbera partiyên Kurd de derxe.

Şêx Deham îşaretpê kir ku armanca êrişa li dijî Şengal û Garê têkbirina Rêveberiya Xweser e û wiha domand: “Iraq û Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re hevkar in.”

El-Şiblî da zanîn dewleta Tirk ku ji van êrişan armanc dike, herêmên din dagir bike û fîtneya nijadî di navbera pêkhateyan de derxe.

Her wiha El-Şiblî da xuyakirin ku dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî sûdê digire û sûcan li dijî herêmê pêk tîne û wiha pê de çû: “Ji vir diyar dibe ku civaka navneteweyî pê re hevkar e. Ji ber ku dewleta Tirk bi erêkirina dewletên mezin ên mudaxeleya aloziya Sûriyê dikin, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.”

El-Şiblî bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê û got:"Dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser tengav bike. Êrişên wê yên li dijî bakurê Iraqê, li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter in."

Rûspiyê êla El-Hews bang li êlên Ereb ên li Iraqê kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û zêdegaviyên wê yên li dewletên cîran bisekinin û wiha berdewam kir: “Divê êlên Ereb û Kurd ên li Iraqê li dijî dewleta Tirk a êrişker û hewldanên dagirkirina herêmên din bisekinin û wê ji axa Iraqê derxin ku ji wir êrişên herêmên ewle dike.”

El-Şiblî di dawiyê de got: “Hebûna dewleta Tirk li herêmê mîna kanserê gef li herêmê bi giştî dixwe. Îro Dêrik û Şengal sibe jî dê gefa dagirkirina herêmê din bixwe. Divê êlên li herêmê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û bi hewldanên derxistina fîtneyan ji hêla dewleta Tirk ve neyên xapandin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cGso90gnzqA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>