'Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê netirse'

Serokê Desteya Edîtorî ya Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî Selah Muslem got, rewşa çapemeniyê ya niha krêt e, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê netirse û li gorî qanûnê tev bigere.

'Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê netirse'
13 sibat, 2021   01:37
KOBANÊ

Rêveberiya Ronahî TV, ji zêdetirî 4 mehan daxwaznameyeke ji bo vekirina buroya xwe li Başûrê Kurdistanê pêşkêş rayedarên hikumeta Başûrê kiriye, lê desthilatên Başûr  bi hincetên cûda heya niha daxwazname erê nekiriye.

Serokê Desteya Edîtorî ya Kovara Şerq El-Ewset El- Demokratî Selah Muslim wiha got: "Di dirêjahiya şerê ku QSD’ê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye de, me gelek dezgehên çapemeniyê li ser erdê dîtin, di nav de alîgirê fikirê neteweya demokratîk, hin ji ajans û televîsyonên nêrînên wan dijber hebûn. Ji wan jî çapemeniya herêmî û rojavayî hebûn. Ev yek jî nîşaneye ku tu tirs ji çapemeniyê li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye. Lê em li Başûrê Kurdistanê dibînin ku ew ji çapemeniyê ditirse."

Selah Muslim di axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Di rastiyê de dema min bihîst ku desthilatên Başûrê Kurdistanê qedexe kiriye ku Ronahî TV li ser xaka xwe bixebite, şoq mam. Ev jî mafekî rewa ya Ronahî TV ye ku daxwaznameya ruxsetkirinê rêveberiya Başûrê Kurdistanê re bişîne, lê belê redkirina daxwaznameyê dide xuyakirin ku desthilatên Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê û gotina azad ditirse. Ji lew re divê desthilatên Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê netirsin. Ji ber ku li ser xaka wê gelek dezgehên çapemeniyê yên dijberî doza Kurd hene, jê ajansa Anadol, kanla TRT6 û hwd ji dezgehên çapemeniyê yên ne girêdayî gelê Kurd hene."

Selah Muslim destnîşan helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya derbarê vekirina buroya Ronahî TV li Başûr de ji aliyê kolana kurdî ve nayê qebûlkirin û got: "Li gorî ku me ji çapemeniyê bihîstin, kolana Kurd ji helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya redkirina vekirina buroya Ronahî TV li Başûr ne razî ye. Ji ber ku ev helwestderqanûnî ye û ew jî aliyekî hikumetê ne, divê li gorî qanûnan tevbigere."

Muslim eşkere kir ku rola dewleta Tirk a yekemîn di rawestandina dezgehên çapemeniyê yên Kurd de heye û Kovara Şerq El-Ewest mînaka vê yekê nîşan da û got: "Destpêkê me ruxset ji hikumeta Bexdayê wergirtiye. Piştre ji ber zextên dewleta Tirk ên li dijî hikumeta Bexdayê kovar hat girtin. Lê li gorî min heman tişt ji bo Ronahî TV derbasdar e."

Selah Muslim di dawaiya axaftina xwe de got, divê tevahî dezgehên ragihandinê destê bidin hev, zilma ku hin li dijî gotina azad dighîne saziyeke ragihandinê qebûl nekin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rK7ndDEWLaU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>