QSD: Dewleta Tirk bi êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê vejîna DAIŞ’ê amade dike

QSD’ê daxuyand ku di rojên dawîn de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên Ii ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û her wiha diyar kir ku êrişa li ser Garê jî hemwextî van êrişan pêk hatiye.

QSD: Dewleta Tirk bi êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê vejîna DAIŞ’ê amade dike
13 sibat, 2021   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê  mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyania QSD’ê wiha ye:

“Di rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker êrışên xwe yên li ser baurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. Hemwextî van êrışan, dewleta dagirker li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû li ser çiyayê Garê a ser bi parêzgeha Dihokê ve kir. Ev êriş ne li ser sînorê dewleta Tirk, lê di nava xaka Başûrê Kurdistanê de pêk tê.

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê gelê Kurd hemû dike armanc, her wiha aramî û îstîqrara herêmê têk dibe, ji bo xurtbûn û vejîna DAIŞ’ê bingehê amade dike û têkoşîna li hember DAIŞ’ê bi awayekî neyînî bandor dike.

Gelê Kurd û gelên herêmê li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa meşand û ev têkoşîn hîn jî berdewam e. Gavên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, li dijî destkeftî û peşdeçûna gelên Ereb û Kurd û hemû gelên herêmê ne. Ji ber van sedeman, em wek  QSD êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê xetere dibînin û em diyar dikin heya niha helwesta me ya bibiryar a li dijî terora DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk çawa bû, wê ji vir şûn de jî dewam bike.

Banga me ji bo hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê û hemû hêzên pêwendîdar ew e ku li hember vê tevlihevî û dagirkeriya ku dewleta Tirk pêk tîne, bê deng nemînin.”